Tîma Hantbolê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, pêşbirkên Lîga 1emîn a Play-offê bi serketinê da destpêkirin.
Tîma Hantbolê ya Kuluba Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê de hat avakirin, di Lîga 2yemîn a Koma Hantbolê ya Mêran de bû şampiyonê ku bê têkçûn.
Tîma Handbolê ya DBByê ji bo pêşbirkên Lîga 1emîn a play-offê li Nîgdeyê bi Şîran Yildiz ra hat hemberî hev. Tîma ku di pêşbirka ewil a play-offê de bi skora 41-29 bi ser ket, dê 29ê Çile roja Çarşemê bi Kayserî Rebasporê re bi pêşbirka duyemîn re bilîze.
Tîma Handbolê ya DBByê 30ê Çile roja Pêncşemê dê maça dawî ya qonaxa Play-Offê bi Kahramanmaraşsporê re bilîze.
Â