Hevşaredaran qadên projeyê li cih kontrol kirin

Hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li navçeya Kayapinarê qadên projeyê yên ku tê plankirin bên çêkirin, li cih kontrol kirin.

Hevşaredarên Şaredariya Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, qadên parkên nû yên ku tê plankirin li bajêr bên çêkirin, li cih kontrol kirin. Hevşaredarên ku li navçeya Kayapinarê serdana bulvarên Mezopotamya û Dîclekentê û qadên projeya parkên Kent 2 û 3'yan kirin, tekez kirin ku divê proje bi awayekî ku xwedî qadên hêşîn ên berfireh bin û welatî bikaribin bi rihetî bêhnê bigirin û demeke xweş derbas bikin, bên sêwirandin.

Rawestgeha yekem a Hevşaredaran qadeke berfireh a 210 hezar metrekareyî bû ku li quncika Bulvara Mezopotamya û Bulvara Dîclekentê ye. Hevşaredaran projeya kompleksê ya ku tê de meydana bajêr, qadên lîstika zarokan, rêyên bisîklêtan, parkurên meşê, sînemaya hewaya vekirî û qadên koleksiyona nebatan cih digirin kontrol kirin û ji serokên daîreyên têkildar agahî wergirtin.

Piştre Hevşaredaran li qadên projeya parka ku tê de dê Navenda Zanistê ya El Cezerî were çêkirin, saziyên sporê û qadên parkên Kent 2 û 3'yan lêkolîn kirin.

Di bernameya wan de Alîkarê Sekreterê Giştî Azîz Ozdogan, Serokê Daîreya Park û Baxçeyan Erdogan Dagdelen û endamên meclisê bi Hevşaredaran re bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28