600 zarokên ku li Taxa Şeyh Şamil a Baglarê, beşdarî "Şahiya Hunerî û Sporê ya bi Zarokan re" ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li Taxa Şeyh Şamil Baglarê, hat lidarxistin bûn.
Çalakiyên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî û Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzîşê ve ji bo zarok ji dîjîtalê dûr bikevin tên lidarxistin berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de vê carê li Taxa Şeyh Şamil a navçeya Baglarê "Şahiya Hunerî û Sporê ya bi Zarokan re" hat lidarxistin. 600 zarok beşdarî mîhrîcana ku Şaredariya Baglarê jî piştgirî da, bûn. Çalakî bi xêrhatina zarokan dest pê kir û danasîna bernameyê hat kirin.
Atolye û çalakî
Di çalakiyê de atolyeya rîtmê, wênesaziyê, tenîsa masê, basketbol, trampolîn, lîstikên hiş û hişmendî, pêşbirkên kêfê û çalakiyên werzîşê hatin lidarxistin û xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin rûyê zarokan boyax kirin.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Reşat Bakan û Serokê Daîreya Xizmetên Ciwanî û Sporê Baran Yilmaz di çalakiyê de ji nêz ve bi zarok û malbatên wan re amade bûn. Bakan di çalakiya hunerê de bi zarokan re tenîsa maseyê lîst û bi wan re boyax kirin.
Di bernameya ku ji ber betlaneya navberê ji aliyê zarokan ve rastî eleqeyeke mezin hat, zarokan tevî malbat û xebatkarên şaredariyê govenda halayê dan.
Di dawiya merasîmê de ji bo zarokên ku demeke xweş derbas kirin, diyarî û şîrînên cuda hatin dayîn.
Â