Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, di vekirina DÎKASUMê de got, "Têkoşîna jinan jiyanê dide me. Ev der ji îro û pê ve dê bibe mal û warê hemû jinan."
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DÎKASUM ku dê li ser pirsgirêkên jinan lêkolîn bike û ji bo çareserkirina wan siyaset û projeyan biafirîne, piştî 8 salan bi merasîmeke mezin ji nû ve vekir. Di merasîma vekirinê de, li gel Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Sumer Gurbuz, nûnerên Meclîsa Jinên Karsaz ên Odaya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), Komeleya Jinên Karsaz ên Başûrê Rojhilat, Koma Bîsîkleta Jinên Amedê, Komeleya Rewşa Jinî ya Hevgirtinê, Koma Jinên Amedsporê, Komeleya Jinên Rosa, nûnerên Komeleya Çand û Huner û Edebiyata Jinan (KASED), jinên ku di midûriyetên jinan de dixebitin, serokên daîreyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên jinan û hevserokên şaredariyên navçeyan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û xebatkarên berê yên DÎKASUMê beşdar bûn.
Sumer: Em dest bi destpêkeke nû dikin
Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Sumer Gurbuz, di axaftina vekirinê de got ku ji roja ku hatine ser kar ve di warê siyaseta jinan de gelek xebat kirine. Sumer diyar kir ku di çarçoveya kampanyaya "Gotina me neqediyaye em bi hev re tundiyê radigirin" de ya ku di 25ê Mijdarê de dest pê kiribûn, xebatên xwe didomînin û wiha got: "Hevalên me yên jin ên ku hafizeya salan pêş xistine, ji bo ku DÎKASUM dîsa were jiyanîkirin û mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiyê were pêşxistin, xebateke mezin û kedeke mezin dan. Em dest bi destpêkeke nû dikin. Navend ne tenê ji bo Amedê, ji bo herêmê jî gelekî bi qîmet e; DÎKASUM ne tenê qadeke piştgiriya psîkososyal bû; navendek bû ku pirsgirêkên jinan lê dihatin lêkolînkirin, lêkolînên qadê li gundan dihatin kirin û piştre jinan dikarîbû xwe îfade bikin û ramanên xwe pêşkêş bikin."
'Em hevgirtina jinan pêk tînin'
Sumer destnîşan kir ku vekirina DÎKASUMê ji nû ve di wan de heyecaneke mezin afirandiye û got: "Em serbilind û dilşad in lê îro hesta herî mezin hêvî ye; di dilê me de hêviyeke mezin heye. Em hevgirtineke jinên xurt pêk tînin."
Hevşaredar Bucak: Kedeke mezin a hemû jinan heye
Hevşaredar Serra Bucak jî bi silavkirina hemû jinan dest bi axaftina xwe kir. Bucak destnîşan kir ku heyecana jinan ji çavên wan dixuye û wiha got: "Îro li vî bexçeyî, li ber vê navendê her yek ji van jinên ku li vir kom bûne, kedeke wan a gelekî mezin heye. Îro wan li vir dîtin, tecrubeyên wan dîtin, hafizeyên wan di nav me de veguheztin û ev tecrube ji hevalên me yên ciwan ên ku di nav me de ne re veguheztin, ji bo me şanazî û dilşadiyeke mezin e. Di heman demê de xezîneyeke girîng a têkoşîna azadiya jinan û hevgirtina jinan e."
'Em jin rejîma qeyûman qebûl nakin'
Hevşaredar Bucak bang kir ku neyê jibîrkirin ku DÎKASUM parçeyeke têkoşîneke mezin û berxwedêr e û wiha peyivî: "Îro herî zêde jibîr nekin, mixabin îro dîsa bi nûçeya tayînkirina qeyûm li şaredariyeke me ya din hişyar bûn. Duh bi lez û bez bi awayekî neqanûnî darizandina Hevseroka Şaredariya Sêrtê lezandin, saz kirin û ji ber çalakiyên rojnamegeriyê bi awayekî neheq û derveyî hiqûqê ceza dan wê û piştre sibê tebligata tayînkirina qeyûm hat şandin. Bi destdanîna ser îradeya me berdewam dikin, em ê destûrê nedin vê yekê. Em ê 8 şaredariyên me yên ku hatine destdanîn yek bi yek bistînin. Em jin li vir soza vê yekê didin. Em jin rejîma qeyûman qebûl nakin."
'Dê bibe mala û warê jinan'
Bucak anî ziman ku qeyûm piştî ku hatin tayînkirin yekser navendên jinan digirin û pêşî li hevdîtina jinên têkoşer digirin û got: "Dixwazin fameke dewleta mêr a tek deng, tek model li me ferz bikin. Em vê ferzkirinê qebûl nakin, yê ku bi hilbijartinê tê bi hilbijartinê diçe. Gel tîne, gel hildibijêre, gel dişîne; em dixwazin ev were famkirin. Em dixwazin êdî sepandina qeyûman bi dawî bibe. Me îro nexwest li vir bi vê rojeva han werin ba hev. Ji bo ku bi govend û tîlîliyan, tecrubeyên xwe ji hev re veguhezin û bibêjin ku hafizeya me gelekî xurt e em hatin vir. Em ê ji vê yekê paşve gav navêjin; em ê bi govend û tîlîliyên xwe bersiva herî girîng ji Amedê ji pergala ku qeyûm tayîn dike re bişînin. Têkoşîna jinan me dijîne, dibe wesîle ku em xwedî li jiyana wan derkevin. Ji kerema xwe di tu şert û mercan de vê kedê, alîkariya xwe kêm nekin. Ev der ji îro û pê ve dê bibe mala û warê hemû jinan."
DÎKASUM vebû
Piştî axaftinan sînevîzyonek hat nîşandan ku xebatên navendê ji sala 2001ê ve ku DÎKASUM hatibû avakirin, vedibêje. Piştî nîşandana sînevîzyonê Hevşaredar Bucak û jinên pê re bi tîlîliyan qordele birîn û DÎKASUM vekirin. Paşê Hevşaredar Bucak bi jinan re avahiya DÎKASUMê gerand û der barê xebatan de agahî wergirt.
Piştre Hevserok Bucak û jinên pê re çember çêkirin û bi tîlîlî û çepikan re govend girtin.
Â