Bi bernameya dengbêjan re rojeke xweş derbas kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo beşdarbûna welatiyên extiyar di xebatên civakî û çandî de bernameya dengbêjiyê li dar xist.

Navenda Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran, ji bo piştgiriya welatiyên extiyar û bê ku ji civakê bên îzolekirin jiyana xwe bidomînin xebatên xwe yên civakî û çandî didomînin. Di vê çarçoveyê de li Qada Jiyana Hevpar a Sûmerparkê ji bo welatiyên ji 60 salî mezintir çalakiyek hat lidarxistin. Di bernameya ku gelek kes beşdar bûn de Serokê Daîreya Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran Îsmaîl Degîrmencî eleqeyeke nêz nîşanî welatiyan da.

Di şahiya ku dengbêjan klamên xwe pêşkêş kirin de ji welatiyên ku dema xwe xweş derbas kirin de xwarinên cuda hatin dayîn. Kesên ku beşdarî çalakiyê bûn kêfxweş bûn ku rojek cûda derbas kirin.

Ew dikarin ji xizmetên bêpere sûd werbigirin

Her welatiyê 60 salî û bi ser de ku li Amedê dijî, asta xwe ya civakî-aborî çi dibe bila bibe, dikare bibe endam û bêpere sûdê ji navendê werbigire, bi armanca ku di serî de ji welatiyên extiyar ên bê mal û bê debar re xizmetê bike.

Piştgiriyek bêsînor ji kal û pîran re tê kirin

Armanca navendê ew e ku jiyana rojane ya welatiyên extiyar hêsantir bike, li malê piştgiriyê bide wan û pêvajoyek saxlem bi wan re bike. Navend xizmetên paqijî û lênêrîna kesane di malên welatiyan de pêşkêş dike û ji bilî xizmetguzariya hemşîretî û alîkariyên netewa, çalakiyên civakî û çandî yên weke geşt, pîknîk û konsertên dengbêjiyê jî li dar dixe.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28