Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Bismilê bîreke nû ya avê ku rojane milyonek û 440 lître av derdixe, xist meriyetê.
Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) xebatên xwe yên ji bo peydakirina ava vexwarinê ya paqij li seranserê bajêr didomîne. Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎyê vê carê li navçeya Bismilê bîreke ava vexwarinê ya ku berê hatibû vekirin, lê girêdanên wê temam nebûbûn, xist meriyetê. Bi xebata nû ya ku bi armanca kêmkirina pirsgirêka avê ya ji ber koça navxweyî, zêdebûna nifûsê û guherîna avhewayê pêk tê, dê rojane hewcedariya 10 hezar kesî ya avê bê dabînkirin.
‘Me hemû kêmasî temam kirin’
Karmendê Teknîkî yê Şaxa DÎSKÎ ya Bismilê Caner Kaplan, der barê aktîvkirina bîra nû ya ava vexwarinê de agahî da û diyar kir ku piştî xebatên fîzîbîlîteyê wan hemû kêmasiyên di kolandina bîrê de ku berê hatibû vekirin lê nehat aktîfkirin temam kirin.
Caner, diyar kir ku hejmara pompeyên ava vexwarinê yên li navçeyê xizmetê didin derketiye 9an, Caner, da zanîn ku bîra nû ya ku xebatên wê qediyane û ketine meriyetê, dê di peydakirina hewcedariya ava vexwarinê ya navçeya Bismilê de roleke girîng bilîze. Kaplan anî ziman ku bi saya bîreke nû ya 120 metre kûr wê di çirkeyê de 25 lître av biherike Bismilê.
Rojane milyonek û 440 lître av dê radestî welatiyan bê kirin
Kaplan diyar kir ku ew ê wekî Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ji bo hewcedariya ava saxlem a welatiyan bi cih bînin xebatên xwe bidomînin û wiha got: “Weke Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ya Şaxa Bismilê me pompeya bîrên xwe yên nû jî xistiye meriyetê. 8 pompeyên bîrên me yên ku hewcedariya avê ya navçeya me pêk tînin. Taybetmendiyên teknîkî yên pompeya meya baş; Di kûrahiya 120 metre de hêza wê 40 HP ye. Pompeya me ya bîrê dê di çirkekê de 25 lître av derxe. Tê pêşbînîkirin ku pompeya meya bîrê rojane 16 saetan bixebite. Dema ku bi giştî 16 saetan bixebite dê 1 milyon û 440 lître av hilberîne. Li gorî vexwarina rojane ya 150 lître avê, dê pêwîstiya avê ya nêzîkî 10 hezar welatiyan dabîn bike. Weke Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ji bo pêdiviyên welatiyan ji ava saxlem peyda bikin em ê xebatên xwe bidomînin.”