Di Civîna Asayî ya 30emîn a Konseya Bajarî de, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak got ku ew hewl didin pêşniyar û rexneyên ji gelek beşan - ji partiyên siyasî heta civaka sivîl, ji ciwanan heta jinan - bigirin û diyar kir, "Em ê bêyî rawestanê hewl bidin ku pêş bixin."
Konseya Bajarî ya Amedê, ku piştî 8 salan bi hatina Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun dîsa dest bi xebatê kir, Civîna xwe ya Asayî ya 30emîn li Navenda Çand û Kongreya Amedê pêk anî. Di civînê de Hevserokên Konseya Bajarî û Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, hevserokên şaredariyên navçeyan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên endamên Konseya Bajarî û parlamenter beşdar bûn. Piştî axaftina vekirinê, vîdyoyek li ser xebatên 6 mehên dawî yên konseya bajarî hat nîşandan.
Hevserok Bucak: ÃŽro li vir tabloyeke din heye
Hevseroka Konseya Bajarî û Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, di kongreyê de axivî û bîr anî ku di meha tîrmehê de dema ku Konseya Bajarî hat damezrandin, ew bi hemû beşên bajêr re hatin ba hev. Bucak diyar kir ku di wê demê de ew bi heyecan bûn lê ji aliyekî ve jî bi fikar bûn û got: "Çima em bi fikar bûn? Mixabin di 8 salên dawî de rastiyeke me heye ku piştî her hilbijartinên ku me bi mafê xwe qezenc kirin, em timî rastî derbeyan û pergaleke zextê hatin. Di vî warî de, ev rewş di gengeşiyên desteya rêveber de jî di hin xalan de li ser atmosferê bandor kiribû. Lê îro li vir tabloyeke din heye. Îro em bi Konseya Bajarekî re ne ku dikare rêya xwe xêz bike û planên xwe yên stratejîk û çalakiyê yên 4 salan derxe holê. Helbet ji meha tîrmehê heta niha, me bêyî navber û bêyî ku em demê winda bikin, bi lez û bez xebatên xwe bi gengeşiyên ku ji desteya rêveber derketin ve pêşkêş kirin."
Hevserok Bucak got ku di bin banê Konseya Bajarî de gelek meclis hatin avakirin û dê avakirina meclisan berdewam bike, û destnîşan kir ku xebat dê ne tenê bi meclisan ve sînordar bimînin, ew ê bi rêya hin temayên fokus û komên xebatê ve berdewam bikin.
'Me 11 hezar kes pêşwazî kirin'
Bucak behsa xebata ku Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel berhev kiriye kir û got ku ji roja destpêka karê wan heta meha berfanbarê wan 11 hezar kes li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêşwazî kirine. Hevserok Bucak diyar kir ku ev yek wan gelek kêfxweş dike û got: "Me hewl da ku pêwîstiyên kombûyî yên bajêr, pêşniyar û rexneyên ji gelek beşan, ji partiyên siyasî heta civaka sivîl, ji ciwanan heta jinan û kesên astengdar, werbigirin. Em ê bêyî rawestanê hewl bidin ku vê pêş bixin."
Bucak anî ziman ku ji roja destpêka karê wan heta îro ew bi avahiyên cuda û şêniyên bajêr re hatin ba hev û got: "Di plana stratejîk a 4 salan de ku derket holê de, me hewl da ku em bersiva pirsgirêkên vî bajêrî bidin. Me ji budceya xwe re got budceya gel. Em bi hemû avahiyên bajêr û gel re hatin ba hev. Me hewl da ku her kes xwe di vê planê de bibîne."
Hevserok Bucak agahî da ku sekreterya konseya bajarî dê were fireh kirin û teqez kir ku di nav xebatên Konseya Bajarî de dîplomasiya bajarî jî pir girîng e û wiha dewam kir: "Di pêvajoyeke ku partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û hemû gelên Tirkiyeyê gengeşe dikin ka 'Gelo Tirkiye dikare cardin aştiya xwe ava bike, gelo Tirkiye dikare cardin here pêvajoya muzakereyan?' de, divê em wek beşdarên Konseya Bajarî ji îro ve xwe ji bo vê pêvajoyê amade bikin, divê zûtirîn dem de siyaseta me ya bajêr û siyaseta me ya lihevkirina civakî ya ku dê bersiva vê pêvajoyê bide, were çêkirin."
Hevserok Bucak spasiya hemû kesên ku di xebatên konseyê de xebat kirine kir û got ku ew ê xebatên xwe ji bo afirandina hawîrdoreke ku pirsgirêk di nav prensîbên bêalîbûn, berhevgirî û yekîtiyê de dikarin bên gengeşe kirin, bidomînin.
Piştî axaftinan, rêbaza xebatê ya Konseya Bajarî hat pêşkêş kirin.
Â