Hevşaredar Hatun: Em ê nexşerîska bajêr amade bikin

Hevserokê Şaredariya Mezin a Amedê Dogan Hatun ragihand ku ew ê bi xebateke nû Nexşerîska Bajêr amade bikin û got ku xebateke wan a ji bo welatiyên ku di erdhejê de zirar dîtine heye.

Şaredariya Mezin a Amedê, Komeleya Rêveberiya Karesatan û Piştgiriyê (DMS) û Platforma Kar û Demokrasiyê ya Amedê, di salvegera erdhejên 6ê Sibatê de paneleke bi navê "Di salvegera erdhejê de bajarên li hember erdhejê bihêz" li dar xist. Di panela ku li Navenda Çand û Kongreya Amedê pêk hat de, Hevserokê Şaredariya Mezin a Amedê Dogan Hatun, Erdnas Prof. Dr. Naci Gorur û nûnerên rêxistinên civaka sivîl wek axivger beşdar bûn.

Hevserok Hatun di panelê de diyar kir ku ew bi xwe jî erdhejzede ye. Dogan got ku ew li cihekî ye ku hesta erdhejê hîs dike û di erdheja Licê ya 1975an de nêzî 2 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest da û mezintirîn erdheja piştî wê erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê bûn.

Hatun balê kişand ser girîngiya hîmdanîna zanist û teknîkê û got ku tenê tişta ku dikare asoya rêveberên bajêr veke û wek mînak were girtin ew e ku bajar li ser esasê zanist û teknîkê werin avakirin û planên bajêr û planên sereke yên veguhastinê werin amadekirin. Hatun diyar kir ku ji ber ku li plana sereke ya veguhastinê nehatiye girtin, negihîştine herêma erdhejê û got: "Ji ber nebûna tedbîran gelek can hatin windakirin. Di rastiyê de koordînenebûna rêveberên welêt bi awayekî rast, bû sedema kuştina bi hezaran mirovan. Rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê û Platforma Parastin û Piştgiriya Bajêr di cih de dest bi tevgerê kirin. Piştî nêzî 20 deqeyan ji erdhejê maseyeke krîzê hat avakirin. Avakirina wê maseyeke krîzê ne karê rêxistinên civaka sivîl bû, ji ber ku yên xwedî wezîfe karê xwe nekirin, rêxistinên civaka sivîl dest pê kirin û alîkariya gelê xwe kirin."

'Me dest bi xebatên ji bo AKOMê kir'

Hatun got dema ku dest bi kar kirine, di nav şaredariyê de Serokatiya Karûbarên Afetê hebû lê hundirê wê vala bû û diyar kir ku wan bi destpêka karê xwe re dest bi xebatên ji bo avakirina Navenda Koordînasyona Afetê kiriye.

Hevserok Hatun axaftina xwe wiha domand: "Navenda Koordînasyona Afetê, di serî de wê perwerdehiya karmendê ku dikare di rewşên afetê de mudaxele bike û hişyarkirina civakê pêk bîne, bike. Amadekariya me ya Plana Master a Afetê heye. Niha amadekariya Plana Master a Afetê ku dikare bajar bi tevahî û 17 navçeyan jî tê de bigire, berdewam dike. Dîsa amadekariya me ya Plana Pêşîlêgirtina Rîskê heye. Helbet ev xebat in ku em dikarin bi saziyên gelemperî re bi hevkarî bikin, xebatên ku hemû rêveberên bajarekî dikarin li ser hemfikir bin û bigihîjin heman perspektîfê. Em dikarin vana bikin, bêyî ku em li benda erêkirina hikûmeta navendî an jî wezaretan bisekinin."

'Wê Nexşerîska Bajêr were amadekirin'

Hatun bîr anî ku di erdhejên 6ê Sibatê de li Amedê refleksên erênî hatin nîşandan û tekez kir ku ew xwedî hişmendiyeke wiha ne ku di 20 deqeyan de dikarin maseyeke krîzê ava bikin. Hevserok Hatun got ku bi gavên ku 17 şaredariyên navçeyan bi hev re bavêjin, dikarin hemû rewşên ku di vê erdhejê an jî afetên wekî wê de dikarin rîsk pêk bînin, ji holê rakin an jî kêm bikin. Hatun destnîşan kir ku şaredarî xwedî kapasîteya aborî ne ku vê koordînasyonê pêk bînin.

Hatun bîr anî ku di erdhejê de li Amedê 6 avahî hilweşiyan, 4 hezar û 612 avahî zirareke giran, 3 hezar û 428 avahî zirareke navîn û 45 hezar avahî zirareke sivik dîtin û got: "Dîsa 130 hezar avahiyên li bajêr ên ku rastî erdhejê hatin, eger em zanist û teknîkê esas bigirin, di erdhejeke bi vî şeklî de ew ê çi kaos û rîskê ji xwe re bînin, ev ji me re dibe neynikek."

Hevserok Hatun ragihand ku Şaredariya Mezin a Amedê û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran (TMMOB) a Koordînasyona Amedê wê piştî mehekê dest bi xebatê bikin û Nexşerîska Bajêr amade bikin.

'Xebateke me ya ji bo erdhejzedeyan heye'

Hevserok Hatun diyar kir ku ji ber erdhejan gelek kes mexdûr bûne û got: "Xebateke me ya ji bo yên ku ji erdhejê mexdûr bûne heye. Helbet em ê di vê pêvajoyê de belkî nikaribin bersiva her tiştî bidin, lê ez soz didim ku em ê li gor hêza xwe û bi zorkirina hêza xwe jî ji vî karî derkevin."

'Piştî her erdhejê girtin ji ber kêmbûna malzemeyan e'

Piştî axaftinan sînevîzyoneke li ser erdheja 6ê Sibatê hat nîşandan. Piştî nîşandanê Prof. Dr. Naci Gorur axivî. Gorur diyar kir ku welatên ku tê de hilweşîn çêdibe wek welatên riziyayî û genî tên dîtin û got: "Dema hûn li girtinên dadgehan ên piştî her erdhejê binêrin, ji ber dizîna malzemeyan û kêmbûna hesinî mehkûmiyet çêdibin. Em bi van dadgehan tiştên ku cîhana modern ji bo van welatan dibêje, bi xwe teyîd dikin."

Gorur diyar kir ku di bin ronahiya zanist û teknolojiyê de divê di erdhejan de mirov neyên windakirin û got ku zanyarên ku vê yekê bikin hene.

Levhaya Kanîreşa Bîngolê

Gorur li ser nexşeyê nîşan da ka Amed çawa dikare ji bo erdhejê were amadekirin û bal kişand ser Qelişa Anatoliya Rojhilat û Levhaya Kanîreşa Bîngolê û got: "Li cihê ku jê re dibêjin Levhaya Ereb, mezintirîn erdhejên cîhanê çêdibin. Li sînorên levhayan erdhej çêdibin, ji vê xelasî tune. Heta ku cîhan hebe ev sînor jî wê hebe. Ev beriya 14 milyon salan çêbû û wê hê milyon salan berdewam bike. Ez nizanim erdhej wê kîjan roj û saetê çêbibe lê erdhej dikare were pêşbînîkirin. Em dikarin bibêjin ku li vî sînorê levhayê wê erdhej çêbibe."

'Amed ji erdheja cîranê xwe bandor dibe'

Gorur diyar kir ku li 100 kîlometre bakurê Amedê wê erdhej çêbibe û got ku qelişên nav levhayê bandoreke mezin nakin û wiha got: "Zanist dibêje ku eger tu Amedê ji bo erdhejê amade bikî, Amed ji erdheja cîranê xwe bandor dibe. Ji bo ku Amed erdhejê herî kêm derbas bike, divê bajarê li hember erdhejê bihêz were çêkirin. Li me erdheja Başûrê Rojhilat çêbû, me 50-60 hezar kes veşartin axê. Li Tayvanê erdhejeke bi heman mezinbûnê çêbû 3 kes mirin. Ew der bajarên li hember erdhejê bihêz in, ev der ne wisa ne."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28