Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gundikê Zurneya bi ser Xerawera ya navçeya Çinarê, ji bo çareserkirina pirsgirêka welatiyên ku 10 sal in nikarin ava ceryanê bi dest bixin, çalakî li dar xist.
Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) xebatên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ya bajar û gundewaran didomîne. Yek ji van xebatan li gundikê Zurneya ku 130 kes nifûsa wê heye û bi ser gundê Xerawera ya navçeya Çinarê ye, didome.
Ekîbên DÎSKÎyê di çarçoveya xebatên ku li Zurneya dest pê kirin da xeteke şebekeya nû ya bi dirêjahiya kîlometrek datînin. Xebatên li Zurneya ku amûrên avahîsaziyê û hejmareke zêde ya xebatkarên teknîkî lê dixebitin, tê plankirin ku di nav hefteyekê de bi dawî bibe.
Welatiyên Zurneya xebatên DÎSKÎ'yê nirxand û got ku ew 10 sal in ji bîr û kaniyên ku ji malên xwe dûr in ji bo xwe û sewalên xwe avê tînin. Welatiyan kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku piştî xebatên DÎSKÎ'yê dê pirsgirêk çareser bibin.
Malbatên li Zurneyê dest bi jimartina rojan kirin
Ji niştecihên Zurneyê Mehmet Emîn Katar jî diyar kir ku 10 salên wan bi kêmasiya avê re derbas bûne û wiha dewam kir: "Ji ber bêaviyê heywanên me feqîr bûn. Pêdiviya me ya avê ji gundên derdorê têr dikin, Xwedê ji DÎSKÎ û rêberên me razî be, pirsgirêka me ya avê çareser dikin.”
Welatiyê din ê Zurneya bi navê Kudret Ege jî diyar kir ku zehmetiyên wan li pey dimînin û wiha got: "Me bi keran avê ji kaniyan dibir. Eger bi saya vî karî pirsgirêka me ya avê çareser bibe em ê gelekî kêfxweş bibin."
'Me berfê diheland û ava wê bi kar anî'
Haşim Ege bi lêv kir ku pirsgirêka wan a avê li gorî demsalê girantir dibû û wiha got: “Me agir pêdixist û berfê diheland da ku avê bidin heywanên xwe. Me nekarî bi hêsanî ava vexwarinê bi dest bixin. Me av ji bîrê dikişand, li ser pişta xwe dikir û dianî malê. Jin nîvê şevê diçûn ji bîrê avê werdigirin.”
'Bê av jiyan nabe'
Ayten Katar, bal kişand ser zehmetiyên ku ji ber şert û mercên demsalî tên û wiha got: “Em jinên li gund dijîn mexdûr in. Dema berf dibariya me zarok li mal dihiştin û em diçûn bi tenekeyan ku avê bînin. Dema em dihatin malê dest û lingên me cemidî bûn. Av bi lez diçû. Me xwe li ber sobeyê germ dikirin û paşê vedigeriyan avê bînin. Ji ber av tunebû makîneya cilşûştinê nexebitî. Helbet ev nayê ravekirin, divê hûn wê biceribînin. Bê av jiyan nabe. DÎSKÎ ava ceryanê tîne malên me. Bi vî awayî em ê rehet bibin. Ez ji bo vê yekê spasiya her kesî dikim."
Çetîn Gunduz ku bi kelecanek li benda qedandina xebatan e, kêfxweşiya xwe ya ji ber xebatên ku Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê dane destpêkirin bi van gotinan anî ziman: “Bi salan e em ji kêmasiya avê re rû bi rû mane. Hîn jî ev pirsgirêka me heye. Em spasiya Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ û xebatkarên wê dikin ku pirsgirêkên me çareser kirin."