Şaredariya Mezin a Amedê, xizmeta lênihêrîna malê da 290 welatiyên temen mezin ên ku hewceyî lênihêrînê ne.
Serokatiya Karûbarên Kesên Astengdar û Kesanên Temenmezin, xebatên xwe yên ji bo kesên temenmezin ên ku bi tenê dijîn û nikarin pêdiviyên xwe bi serê xwe dabîn bikin, didomîne.
Di çarçoveya xebatên ku ji aliyê Midûriyeta Beşa Xizmetên Kedanên Temenmezin ve tên meşandin de, ji bo kesên 60 salî û jortir ên ku bi tenê dijîn û hewceyî lênihêrînê ne, her cure piştgirî ji kontrola tenduristiyê heta lênihêrîna kesane, ji paqijiya malê heta alîkariya malzemeyên tibî tê pêşkêşkirin.
Xizmet li gorî pêdiviyan tên dayîn
Li gorî lêkolînên ku li malên welatiyên temenmezin tên kirin û li gorî pêdiviyên wan, xizmeta tenduristiyê ya malê, paqijî û xizmetên lênihêrîna kesane yên wek kurkirina por û rih jî tên dayîn.
Di xizmetên ku ji aliyê ekîbên Yekîneya Tenduristî û Lênihêrîna Kesane ya Malê ve tên dayîn de, kontrola tansiyonê, pîvana nabzê, kontrola şekir û pîvana tayê tê kirin. Pêdiviyên kesanên temenmezin ên nexweş tên tesbîtkirin û piştgirî tê dayîn.
Xizmeta lênihêrîna malê ji 290 welatiyan re hat dayîn
Heta niha ji aliyê ekîban ve ji 290 welatiyên temenmezin re xizmetên tenduristiyê yên malê, xizmetên paqijiya malê û xizmetên lênihêrîna kesane hatin pêşkêşkirin.
Ekîb, xizmetên xwe yên ku ji bo başkirina kalîteya jiyana kesên 60 salî û jortir dane destpêkirin, didomînin.
Â