Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Mezin a Amedê, bi projeya Rêveberiya Ava Bîrbir ku pêk aniye, armanc dike ku bi kêmkirina windabûna avê çavkaniyên xwe bi awayekî bandor bi kar bîne. Ev proje dê bi binesaziya xwe ya modern xizmeteke ava vexwarinê ya bi kalîte pêşkêşî Amedê bike.
Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo bikaranîna çavkaniyên avê bi awayekî çêtir, "Projeya Rêveberiya Ava Bîrbir a Ava Vexwarinê ya Navenda Amedê" pêk tîne. Bi vê projeyê tê armanckirin ku rêjeya windabûn û diziya avê were kêmkirin.
Bi pîvana bîrbir dê pêşî li belavkirinê were girtin
Di çarçoveya projeyê de li seranserê bajêr 104 Qada Pîvana Îzole (DMA) û 22 odeyên debîmetreyê tên avakirin. Debîmetre amûrek e ku mîqdara ava di boriyê de dibore dipîve û bi vî awayî dê windabûn û diziya avê bi hêsanî were tespîtkirin. Heya niha 42 DMA û 8 odeyên debîmetreyê hatine temamkirin. Tê armanckirin ku karên mayî di meha nîsanê de bên temamkirin.
Şerifoglu: Parastina çavkaniyan pêşaniya me ye
Rêveberê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerifoglu, balê dikişîne ser girîngiya çavkaniyên avê ku roj bi roj zêdetir dibe û wiha got: "Em binesaziya depo, pîvan û qadên saetên îzole temam dikin û pergala çavdêrî û rêveberiya navendî dixin dewrê. Bi vê projeyê em armanc dikin ku hem windabûna avê hem jî rêjeya diziyê kêm bikin û xizmeteke çêtir pêşkêşî hemwelatiyên xwe bikin û çavkaniyên xwe biparêzin."
Çavkaniyên avê dê bi bandor bên bikaranîn
Dema proje bê temamkirin, binesaziya ava vexwarinê ya Amedê dê xwedî pergaleke rêveberiya modern bibe. Bi vî awayî rêjeyên windabûn-diziyê dê kêm bibin û çavkaniyên avê dê bi awayekî çêtir bên bikaranîn. Bi vê projeyê, bi rêya pêşîlêgirtina belavkirina avê, dê beşdarî domdariya jîngehê jî were kirin.
Â