Di kontrolên şevê de 160 kîlo berhemên xerabûyî hatin girtin

Di kontrolên şevê yên ku ji aliyê Şaredariya Mezin a Amedê ve tên kirin da ku welatî bigihîjin xwarinên tendurist, 160 kîlo berhemên xerabûyî hatin girtin.

Koordînasyona Kontrola Xwarinê ya ku di bin serokatiya Serokatiya Karûbarên Tenduristiyê de hatiye avakirin, bi kontrolkirina kargehan ji bo ku gel bigihîje xwarinên tendurist xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de ekîbên ku xebatê dikin, kontrolên şevê li kargehan pêk tînin.

Berhemên xwarinê yên ne tendurist hatin tunekirin

Di kontrolên dawî de ekîbên Şaredariya Baxlarê yên girêdayî Koordînasyona Kontrola Xwarinê, di kontrola şevê de li kargehehekê 160 kîlo goştê xerabûyî dest danîn ser. Berhemên ne tendurist ên ku hatin dîtin hatin tunekirin û li dijî kargehên berpirsiyar rêkarên qanûnî hatin sepandin.

Li 30 kargehan rêkarên qanûnî hatin sepandin

Bi kontrolên dawî re di nava meha çileyê de, li 30 kargehên ku berhemên ku tenduristiya gel tehdît dikin difirotin, rêkarên qanûnî hatin sepandin. Ekîb dê ji bo parastina tenduristiya gel kontrolên xwe bênavber bidomînin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28