Şaredariya Mezin a Amedê, di çarçoveya Dibistana Agroekolojî û Avhewayê de li Kreş û Mala Lênêrîna Rojê ya Zarokistanê dê atolyeyan ji bo zarokan li dar bixe û zarokan ji hawirdora hînbûnê ya di nav çar dîwaran de derxe û bibe nav xwezayê.
Serokatiya Karûbarên Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî, ji bo ku zarok bi xwezayê re têkiliyek xurttir çêbikin û hişmendiya ekolojîk ava bikin, ji bo perwerdekarên ku li Kreş û Mala Lênêrîna Rojê ya Zarokistanê perwerdeyê didin bernameyek li dar xist.
Di bernameyê de li ser naveroka atolyeyan ku dê hişmendiya avhewa û ekolojiyê ya zarokan zêde bike, danûstandina ramanê hat kirin. Her wiha sepandinên Agroekolojiyê, naskirina tovên herêmî, çêkirina kompostê (zibl û bermahiyên nebatî û heywanî di nava hawirdoreke şil-oksîjenî de riziyaye û diguhere zibla organîk) û çalakiyên li ser bingeha xwezayê derketin pêş. Li gorî pêşniyarên perwerdekarên, biryar hat girtin ku materyalên perwerdeyê yên li gorî komên temenî bên amadekirin û bernameyeke pratîk were çêkirin.
'Li dijî krîza avhewayê dê takekesên hişmend bên gihandin'
Bi vê xebatê re tê armanckirin ku zarok di temenê biçûk de bi xwezayê re têkiliyeke xurttir çêbikin û hişmendiya ekolojîk bi dest bixin. Di nav armancên atolyeyên ku dê di çarçoveya Dibistana Agroekolojî û Avhewayê de bên lidarxistin de ye ku zarok mijarên wek çerxa av û axê, tovên herêmî û vegerandina bermahiyan bi tecrûbekirinê hîn bibin. Bi vî awayî tê armanckirin ku zarok li hember krîza avhewayê bi hişmendî mezin bibin, pratîkên jiyanê yên bi hestyarî li hember xwezayê pêş bixin û hişmendiya berpirsyariya ekolojîk bi dest bixin.
'Zarok dê kedê tecrûbe bikin'
Perwerdekar Samya Ozbey, li ser bandorên ku bername dê li ser zarokan çêbike axivî. Ozbey ku anî ziman ku mirovek nikare bi hêsanî zirarê bide riwekeke ku xwe gihandiye, wiha got: "Riwekên ku em bi wan re diçînin, mînak nane an jî reyhan, em ê her hefte lê binêrin û eger em li kreşên xwe xwedî derdikevin, zarok dê bikaribin tama van riwekan bibînin. Ew ê wê kedê tecrûbe bikin. Lê dema ku ji bazarê dikire an jî tiştekî ku ji aliyê kesekî din ve tê dayîn dixwe, ji ber ku tu keda wî tune, tenê dimîne ku ew jê hez bike an neke. Heta carinan, dibe ku ji bo xwe li kesên din şîrîn bike, bibêje ku jê hez dike tevî ku jê hez nake. Eger riwekek be ku wî/wê bi xwe gihandiye, ew bi wê re têkiliyek cuda çêdike, birina wê û tamkirina wê gelek watedartir dibe."
'Em ê hawirdora hînbûnê biguherînin'
Ozbey ku got ku ew jiyana ekolojîk girîng dibînin, ragihand ku ew wek pêşvebirên zarokan ên di nav Şaredariya Mezin de dixebitin, di perwerdehiya pîşeyî de ekolojiyê jî wek mijareke girîng digirin dest. Ozbey ku tekez kir ku ew zarokan ji hawirdora hînbûnê ya di nav çar dîwaran de derdixin û dikin ku bi xwezayê re tevlihev bin, axaftina xwe wiha domand: "Ji ber ku hînbûna zarokan a bi awayekî sînordar di nav çar dîwaran de, dibe sedema ku dinyaya wan a xeyalî teng bibe. Ji ber vê yekê, em difikirin ku divê qadên ku dê zarokan bi xwezayê re bikin yek zêde bibin. Baxçeyên kreşan divê ne tenê bi çîm, texteyên boyaxkirî, kevir û seramîkan sînordar bin; di heman demê de divê bi ax, zindiyên ku di axê de dijîn re nas bibin, bikaribin dest bidin wan û kêzikên ku zirarê nadin keşif bikin. Heta em divê hîn bikin ku em dikarin bi van zindiyan re xwarinê jî bixwin."
'Dê derfeta tevlihevbûna bi xwezayê re were pêşkêşkirin'
Perwerdekar Îrem Taç ku anî ziman ku ew li gel hînkirina ekolojiyê ji zarokan re, hewl didin krîza avê ya ku dibe ku ji ber krîza avhewayê ya heyî bijî jî rave bikin, got ku ew nikarin bersiva peyama ku ew bi rêya medya û hawirdorê didin mezinan bigirin. Taç got: "Lê belkî bi rêya zarokan gihandina van agahiyan bigihîje mezinan, dikare bandoreke mezintir çêbike. Ev qad bi rastî pir xweşik û bi nirx e. Ji bo me pir hêja ye ku hemû zarokên ku tên û her kesê ku dê li vir dem derbas bike, vê qadê bi awayekî çalak bi kar bînin û bigihîjin armanca xwe. Em dixwazin ku ev kar bidome û bigihîje kesên bêtir."
'Dê afiranderiya zarok pêş bixe'
Perwerdekar Ozlem Deniz jî diyar kir ku ev cure xebat ji bo zarokan pir girîng in û anî ziman ku beriya betonbûna avahiya bajêr, qadên lîstika zarokan bi piranî bi axê re têkildar bû. Deniz ku bal kişand ser wê yekê ku betonbûna zêde ya îro hem ji aliyê fizîkî û hem jî ji aliyê derûnî ve bandoreke neyînî li zarokan dike, wiha domand: "Zarok, ne tenê nikarin bi axê re bibin yek, di derketina ber tavê de jî zorê dikişînin. Bandora hişmendiya ekolojîk li ser zarokan pir mezin e. Mînak, dema zarokek fîdanekê ji tovê dest pê dike û mezin dike û dibe dar, dê fêm bike ka têkiliya di navbera ax û xwezayê de çiqas bi nirx e. Ev pêvajo afiranderiya zarok pêş dixe û bereket a xwezayê hînî wî/wê dike."
'Tu madeyên kîmyewî nayên bikaranîn'
Deniz ku got bi vê hişmendiyê zarok dê fêm bike ku berhemên ku tên xwarin ne tenê ji marketê tên û çawa tên hilberandin, wiha got: "Îro di qadên wek seragirtinê de bi bikaranîna gelek madeyên kîmyewî xwarinên ne tendurist tên hilberandin. Lê dema ku zarok bêyî bikaranîna tu madeyên kîmyewî, bi destê xwe û keda xwe tovan diçînin û dibînin ku ev pêvajo çiqas tendurist û xwezayî ye, dê bandorên pir erênî hebin."
Â