Li Pasûrê bêrmeke nû hat çêkirin: Pêdiviya hezar heywanan a avê dê bê dîtin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Taxa Cixsê ya navçeya Pasûrê, erdeke çandiniyê ya 100 donim û bêrma ku dê ji hezar û 50 heywanan re av bide, xist ber xizmetê.

Midûriyeta Xizmetên Gundewarî ji bo pêşxistina çandinî û sewalkariyê ku yek ji çavkaniyên girîng ên dahata bajêr e, li navçe û taxên gundan xebatên xwe didomîne.

Ekîbên ku kanalên avdanê û her wiha hewzên ku ava vexwarinê ji heywanan re dabîn dikin çêdikin, ji bo hilberîna di çandiniyê de zêde bikin li gelek cihan lêkolînan dikin.

1050 heywan dê ji vê bêrmê sûd werbigirin

Di çarçoveya xebatan de li Taxa Cixsê ya navçeya Pasûrê çêkirina hewza Ava Vexwarinê ya Heywanan (HÎS) ya nû bi dawî bû. Ji hewza ku li taxa ku hezar û 200 kes lê dijîn hatiye çêkirin dê hezar û 50 sewal sûd werbigirin. Her wiha pêdiviya avdanê ya 100 donim zeviyên çandiniyê jî dê bi ava bêrmê bê dabînkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo piştgiriya cotkaran xebatên xwe yên li taxên gundan bidomîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28