Perwerdehiya hîdroterapiyê ji bo kesên astengdar hat dayîn

Li Malên Bêhnvedanê û Navenda Jiyana Aktîf a girêdayî Şaredariya Mezin a Amedê, ji bo kesên astengdar ên ku perwerdehiyê dibînin, perwerdehiya hîdroterapiyê hat lidarxistin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka baldariyê, dabînkirina pêvajoyên rehabilîtasyonê û pêşxistina şiyanên psîko-motor ên xwendekarên bi otîzm, sendroma down û reterdasyona mental ên ku li Malên Bêhnvedanê û Navenda Jiyana Aktîf a girêdayî Serokatiya Beşa Xizmetên Astengdar û Pîran qeydkirî ne, perwerdehiya hîdroterapiyê (tedawiya di nav avê de) hat dayîn.

Kesên astengdar bi wesayîtên xizmetê yên Şaredariya Mezin ji malên xwe hatin girtin û anîn Hewza Ajnêya Girtî ya Kurelî ya girêdayî Şaredariya Kayapinarê ku perwerdehî lê tê dayîn.

Şiyanên motorîk pêş dikevin

Di bin çavdêriya perwerdekarên pispor de, di nav hewzê de ji zarokan re perwerdehiya hîdroterapiyê hat dayîn ku di heman demê de masûlkeyên cuda yên laş wek şiyanên motorîk ên gir û hûr dixebitîne.

Di dema perwerdehiyê de ku armanc dike pêşketina fizîkî, hişmendî, têgihîştinî, psîkolojîk û hestiyarî ya kesên astengdar bîne xaleke berhemdar, xwendekaran demeke xweş derbas kir.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28