Ji DÎSKÎ'yê li 16 xalan xebatên xurtkirina kanalîzasyonê

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Mezin a Amedê, li 16 xalên cuda yên navenda bajêr, boriyên kanalîzasyonê bi boriyên cureyê Korege yên ji madeyên berxwedêr, dirêjdem û li hember kîmyewiyên cuda muqewîm hatine çêkirin, nû kirin.

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), xebatên xwe yên ji bo modernîzekirina bajêr û bilindkirina kalîteya jiyanê didomîne.

Serokatiya Beşa Kanalîzasyonê ya girêdayî Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ku ji bo zêdekirina standardên tenduristiya hawirdorê bi cidiyet dixebite, li xalên ku avahiyên nû lê hatine avakirin û herêmên deformebûyî, xebatên kanalîzasyonê bi baldarî didomîne.

Li 16 xalan xebat qediya

Di çarçoveya xebatên xurtkirina binesaziya kanalîzasyonê ya DÎSKÎ'yê de, heta niha xebatên ku li 16 deverên cuda yên bajêr hatibûn destpêkirin, qediyan. DÎSKÎ ku herêmên ku sîteyên nû yên bi sedan xanî tê de hatine avakirin xistiye nava salnameyê xebatê, li van deran bi boriyên cureyê Korege (300 HDPE) yên ji madeyên berxwedêr, dirêjdem û li hember kîmyewiyên cuda muqewîm hatine çêkirin, binesaziya kanalîzasyonê ava dike.

Tîmên DÎSKÎ'yê ku hesasiyeta ji bo zêdekirina standardên tenduristiya hawirdorê digirin ber çavan, li cihên diyarkirî yên derketina boriyên kanalîzasyonê baceyên hewayê bi cih dikin. Baceyên ku li dirêjahiya xeta sereke hatine bicihkirin, sîrkulasyona hewayê ji sîstema kanalîzasyonê re peyda dikin.

Di çarçoveya salnameya xebatê ya 15 rojî ya ku DÎSKÎ'yê li navçeyên Kayapinar, Yenişehir, Baxlar û Sûrê dê pêk bîne de, karên girêdanên nû û tamîrkirina xetên kanalîzasyonê hatin kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28