Karên kulîlk çandinê berdewam in

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, gulên demsalî yên zivistanê ku di tesîsên wê de hatine hilberandin, li park, refûj û çarriyanên navçeyên Baxlar, Kayapinar, Sur û Bajarê Nû diçîne.

Rêveberiya Park û Baxçeyan, ku demsala xwe bi armanca 1 milyon û 30 hezar gulên demsalî yên zivistanê vekiriye, kelem û binefşên bi rengên cuda yên ku xwe hildiberîne, li xalên cuda yên bajêr bi kar tîne.

Rêveberiya Şaxa Şitil û Darçandinê, di çarçoveya karên şînkayîkirina ku li seranserê bajêr tên meşandin de, heta niha 432 hezar û 855 heb kelem û binefşên demsalî yên zivistanê li cihên diyarkirî çandine.

Ekîbên ku sal li ser demsalên havîn û zivistanê parve kirine û li Şefiya Berhemhênana Şitilan ya di nav TOKÎyê de li navçeya Bajarê Nû gulên demsalî yên cuda hildiberînin, dê li gorî salnameyê karên gulçandinê bidomînin.

597 hezar gulên demsalî dê bên çandin

Di karên ku dê heta Nîsana 2025an bidomin de, Rêveberiya Park û Baxçeyan, dê 597 hezar û 145 rehek kelem û binefşan li xalên cuda yên bajêr têxe zikê axê.

2 hezar û 446 dirext hatin çandin

Rêveberiya Park û Baxçeyan, ji bo ku di karên gulçandinê de cih xwedî xuyangeke estetîk bin, 2 hezar û 446 devî dirextên cuda bi kar anîn.

Rêveberiya Şaxa Şitil û Darçandinê, di çarçoveya karên darçandinê yên di navbera meha mijdar û adarê de, heta niha hezar û 652 dar xistine zikê axê.

Rêveberiya Park û Baxçeyan, di heman demê de ji bo karên gulçandina havînê ya ku dê li navnîşanên cuda yên 4 navçeyên navendî pêk bîne, plansaziya xwe didomîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28