Îtfaiya Amedê dê paqijkirina buxerîyan bi bernameya nivîsbariyê bişopîne

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo pêşîlêgirtina şewatên buxerîyan û şopandina sîstematîk a buxerîyan bernameyeke nivîsbariyê pêş xist.

Rêveberiya Îtfaiyeyê, bi hevkariya Rêveberiya Danûstandina Agahiyan, sîstemeke nivîsbariyê pêş xist ku rewşa fîzîkî ya buxerîyan, awayên montajê, prensîbên xebatê, qonaxên qirêjbûnê, rîskên sereke di rewşa şewatê de, rêbazên paqijkirinê, prensîbên vemirandina şewatên buxeriyên muhtemel û dema paqijkirina buxerîyan dişopîne.

Bername dê bi xwe hişyariyê bide

Di çarçoveya nivîsbariyê de hemû avahiyên ku buxerî tê de hene dê bên qeydkirin. Dema ku dema diyarkirî ya di çarçoveya rêznameyê de derbas bibe, bername dê hişyariyê bide û nîşan bide ku wextê paqijkirina buxeriyê hatiye.

Paqijkirina sîstematîk a buxeriyan

Rêveberiya Îtfaiyeyê biryar da ku li seranserê bajêr buxeriyên hemû avahiyan bên paqijkirin. Çalakiyên paqijkirina buxeriyan ji aliyê Amîriya Buxeriyan a girêdayî Rêveberiya Şaxa Çavdêrî û Tedbîrê ya girêdayî Rêveberiya Îtfaiyeyê ve tên kirin. Li kargehên bazirganî û firinan divê paqijkirina buxeriyan her 6 mehan carekê, li avahiyên ku komir û êzing tê bikaranîn jî salê carekê bê kirin.

Di sala 2024'an de bi navincî mehê 13 şewatên buxeriyan çêbûn. Ji van şewatan 7 ji ber ku paqijkirina buxeriyan nehatibû kirin qewimîn. Di şewata buxeriyekê ya 1'ê Nîsana 2024'an de du îtfaiyevan giran birîndar bûbûn.

Îtfaiya Amedê ya ku dixwaze şewatên ban û buxeriyan ên ku di koma şewatên herî xeternak de cih digirin kêm bike, dê karên xwe yên ji bo pêşîlêgirtina şewatên bi vî rengî bidomîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28