Hevserokê Şaredariya Mezin a Amedê Dogan Hatun, kesên ku di erdhejên 6'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane li ser gorên wan bi bîr anî û qerenfîl danîn ser.
Hevserokê Şaredariya Mezin Dogan Hatun, di salvegera erdhejên 6'ê Sibata 2023'yan de yên ku li Mereşê çêbûn û zêdetirî 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest da, beşdarî merasîma bibîranînê bû ku ji aliyê Platforma Parastina Bajêr û Piştgiriyê ya Amedê, Platforma Rêveberiya Felaketê û Piştgiriyê (DMS) û Platforma Kar û Demokrasiyê ya Amedê ve li Goristana Yenîkoyê hat lidarxistin.
Li gel Hevserok Hatun, parlamenter, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, endamên meclisê û serokên daîreyan jî beşdarî bibîranînê bûn.
Bibîranîn, piştî ku li ser goran qerenfîl hatin danîn, bi dawî bû.
Â