Ji sedî 50 yê xebata nûkirina Saziya Paqijkirina Ava Qirêj a Biyolojîk a Pêşketî qediya

Li Saziya Paqijkirina Ava Qirêj a Biyolojîk a Pêşketî ya Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Mezin a Amedê, ji sedî 50 yê xebatên nûkirinê qediya.

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalizasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), di meha hezîrana sala 2024'an de dest bi xebatê kir da ku li şûna pompeyên cûreya burghî yên ku zêdetirî 20 salan e li Saziya Paqijkirina Ava Qirêj a Biyolojîk a Pêşketî xizmet didin û êdî deformasyonê dîtine, pompeyên modern ên cûreya noqî were danîn. Di çarçoveya "Karê Avakirina Avahiya Ketina Saziya Paqijkirina Ava Qirêj a Navendî" de, Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ'yê ji sedî 50 yê projeyê qedand.

Pirsgirêka ava qirêj heta 2040'î çareser dibe

Di çarçoveya xebata ku tê texmînkirin dê 95 milyon lîre lê were, li şûna pompeyên cûreya burghî yên ku dibin sedema windakirina randîmanê, dê 5 heb pompeyên cûreya noqî werin danîn. Pompeyên cûreya noqî dê veguhestina miqdarên mezin ên şileyî bi awayekî çalaktir û ewletir pêk bînin. Bi vê xebata ku tê plankirin dê piştî şeş mehan biqede, tê hedefkirin ku pirsgirêka ava qirêj a Amedê heta sala 2040'î were çareserkirin.

Çemê Dîjleyê dê were parastin

Midûrê Şaxa Saziya Paqijkirina Ava Qirêj a Biyolojîk a Pêşketî Şeref Kaplan, bal kişand ser wê yekê ku li Diyarbekirê avakirina cihên rûniştinê yên nû, zêdebûna nifûsê û sîstemên pompeyê yên kevn, randîman kêm kiriye. Kaplan, girîngiya vê projeyê ya ku ji bo parastina Çemê Dîjleyê û hiştina hawîrdoreke paqijtir ji nifşên paşerojê re hatiye destpêkirin, destnîşan kir.

Paqijkirin û parastina bê navber

Kaplan anî ziman ku pompeyên cûreya burghî yên ku di saziya ku sala 2004'an hatiye avakirin de tên bikaranîn, rastî rizmîn û windakirina randîmanê hatine. Kaplan diyar kir ku beşa mayî ya projeyê dê herî dereng di meha tîrmeha sala 2025'an de biqede û wiha axivî: "Saziya me, tenê saziya ku avên qirêj ên malên li navenda Diyarbekirê tê de tên paqijkirin e. Piştî ku avahî biqede, avên qirêj ên ku tên saziya me dê bi awayekî teknolojîktir û bi randîmantir werin paqijkirin, çalakiya paqijkirinê dê bê navber bidome. Bi vî awayî, bi parastina Çemê Dîjleyê ya ku ava qirêj a paqijkirî tê de tê berdan, dê berdewamiya çem ji aliyê hawîrdor û tenduristiya mirovan ve ji bo nifşên pêşerojê were dabînkirin. Di vê çarçoveyê de, em xebatên xwe didomînin da ku em bikaribin xizmeteke çêtir bidin gelê xwe."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28