Projeyeke ku dê bîhna Amedê veke: Parka Bajêr a Mezopotamyayê

Şaredariya Mezin a Amedê, dê li navçeya Kayapinarê di qada 216 hezar metreçargoşe de bi nêzîkatiyeke ekolojîk Parka Bajêr a Mezopotamyayê ava bike.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li Amedê ji bo avakirina qadên hêşîn û bêhnvedanê ji bo hemwelatiyên xwe projeyên nû diafirîne û pêk tîne.

Dê li ser qada 216 hezar metreçargoşe bê avakirin

Parka Bajêr a Mezopotamyayê, yek ji projeyên vîzyonê ye ku dê bîhna bajêr veke, dê li navçeya Kayapinarê, li qada 216 hezar metreçargoşe ya li devera ku Bulvara Mezopotamya û Diclekentê hev dibirin, bê avakirin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, di vê projeya girîng de ku ji parka klasîk derketiye, bi motoya "Cihê Hevdîtina Xweza û Mirovan" tevdigere û dê qada keskeşîn bi temamî li gorî hevsengiyên ekolojîk pêk bîne.

Di parka nû ya bajêr de dê baxçeyên baranê bên avakirin ku dê rê bidin komkirina ava baranê û bikaranîna wê ya dubare. Di tevahiya parkê de dê malzemeyên wek dar û kevir bên bikaranîn. Ji bo zêdekirina karamedbûna enerjiyê dê panelên enerjiya rojê bên bikaranîn, bi vî awayî dê ronîkirin û hewcedariyên din ên elektrîkê yên parkê bên dabînkirin.

Dê sînema û pirtûkxaneya vekirî li bajêr bên bidestxistin

Di projeyê de ku 129 hezar metreçargoşe dê ji qada keskeşîn re bê veqetandin, meydana ketinê dê 2 hezar û 500, meydana sereke jî dê 25 hezar û 450 metreçargoşe be. Di projeyê de ku dê qadên lîstika zarokan jî cih bigirin, dê li beşa 2 hezar û 165 metreçargoşeyî sînemayek vekirî bê avakirin.

Meydanên ku dê di nav parkê de bên avakirin, dê bi awayekî ku her cure festival, konsert û çalakiyên wekî wan bi rihetî bên lidarxistin, bên sêwirandin.

Di projeyê de ku dê bi awayekî girîng bandorê li kalîteya jiyana bajêr bike, qadên rekreasyonê dê di nav qada keskeşîn de ji bo hemwelatiyan derfetên spor, geşt û bêhnvedanê pêşkêş bikin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, di parkê de ku dê pirtûkxaneya vekirî jî tê de cih bigire, li ser qada 14 hezar û 245 metreçargoşeyî beşa koleksiyona nebatan, li ser 4 hezar û 800 metreçargoşeyî rêya bisîkletan, 2 avahiyên civakî, rêya meşê, qadên sporê û parkînga otomobîlan jî plan dike çêbike.

Dê ji bo zarokan qadên kêfxweş bên avakirin

Di parkê de ku dê ji 7 salî heta 70 salî xîtabî her kesî bike, Şaredariya Mezin dê ji bo zarokan li du xalên cuda komên lîstikan bi cih bike. Komên lîstikan ên ku dê bi konseptên cuda bên avakirin dê pêşî li demên kêfxweş ên zarokan vekin.

Dê li pirtûkxaneya vekirî çalakî bên lidarxistin

Li pirtûkxaneya vekirî ku yek ji hêmanên girîng ên parkê ye ku tê plankirin bê avakirin, dê ji bilî xwendina pirtûkan, mêvandariya çalakiyên cur bi cur jî bike.

Dê ruwekên taybet ên bajêr bên tercîhkirin

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, dê di beşa koleksiyona nebatan de bi berçavgirtina hevsengiya ekolojîk, cih bide nexşeya ruwekên ku li gorî îqlîma bajêr in û dikarin li van axan şîn bibin û berdewam bin.

Dê di parkê de cih ji hêmanên avê re jî bê dayîn

Şaredariya Mezin, dê di parka bajêr a 216 hezar metreçargoşeyî de cih bide hêmanên cur bi cur ên avê jî û dê pêşî li xuyangeke estetîk a qada keskeşîn veke. Hêmanên avê dê ji kanî û hewzên ziwa pêk bên.

Piştî ku di demeke nêzîk de xebatên fîzîbîlîteyê bên temamkirin, Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, dê ji bo avakirina Parka Bajêr a Mezopotamyayê derbasî îhaleyê bibe û piştre dê dest bi lêdana tevrika yekem a ji bo qada projeyê bike.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28