Şaredariya Mezin a Amedê, di meha çileyê de, li 14 navçeyan 78 kîlometre asfalt-pînekirin û 39 kîlometre vekirina-firehkirina rêyan pêk anî.
Serokatiya Daîreya Lêniherîna Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê, ji bo ku hemwelatî bigihîjin veguhastineke ewle û lezgîn, ji navenda bajêr heta taxên gundan li gelek xalan xebatên xwe didomîne. Di meha çileyê de li 14 navçeyan 78 kîlometre asfalt-pînekirin, 39 kîlometre vekirina-firehkirina rêyan, 109 kîlometre rêkxistin, 26,5 kîlometre heyelan, 211 kîlometre kolandina stabilîze tijîkirin, 2 hezar û 500 ton raxistina binesaziya jêrîn, 20 kîlometre xebata têkoşîna li dijî berfê pêk anî.
35 km rêya nû hat vekirin
Li rêyên taxên Aygun, Yaylak, Agaçkorur, Ozbek, Taşkopru, Akdoruk, Yuvacik, Temra, Bayır, Çukurca, Guleç, Bayirkonak, Dolun, Tepecik, Akbulak, Karpuzlu, Elmalı, Akçesir, Hamzali, Tuzla, Uzunova, Yeşilkoy, Karaman û Înkaya yên girêdayî navçeya Pasûrê di meha çileyê de bi tevahî 77 kîlometre rêkxistin, 20 kîlometre asfalt-pînekirin, 26,5 kîlometre xebata heyelanê, 35 kîlometre vekirina-firehkirina rêyan, 20 kîlometre xebata têkoşîna li dijî berfê hat pêkanîn.
Xebata asfaltê
Li rêyên taxên Aslanoglu, Kabasakal û Boztepe yên girêdayî navçeya Sûrê ku dirêjahiya wan 13 kîlometre ye, bi tevahî 595 ton asfalt-pînekirin hat kirin, li rêyên taxên Çiçekli, Develi, Kabahidır, Kiliçkaya û Çiçekyurt ên girêdayî navçeya Baxlarê 353 ton asfalt-pînekirin û 13 kîlometre tijîkirina rêyan; li mezraya Nargunê ya girêdayî navçeya Kayapinarê jî 60 ton xebata binesaziya jêrîn hat kirin.
Li rêyên taxên Hantepe, Yaytaş Çakmak, Ulular, Alangor û Ekinciler ên girêdayî navçeya Yenişehirê 24 kîlometre asfalt-pînekirin; li taxên Yigitleraylar û Alabugday ên girêdayî navçeya Çêrmûgê 22,5 ton asfalt-pînekirin, 240 ton jî tijîkirina rêyan; li rêyên taxên Dereboyu û Yukari Kuyular ên girêdayî navçeya Erxeniyê 38 ton asfalt-pînekirin, 870 ton jî raxistina binesaziya jêrîn hat pêkanîn.
Li rêyên taxên Atakoy, Kurmuşlu, Başpinar, Bakacak, Eliaçik, Ambar, Saritoprak, Meydanlik, Aşçayirli, Babahaki, Demirkiran, Eriktepe, Of û Alibey ên girêdayî navçeya Bismilê 29,5 kîlometre rêkxistin, 40 ton asfalt-pînekirin, 3 kîlometre xebatên vekirina-firehkirina rêyan hat kirin.
Li taxên Aktay, Aşagisakal, Altay û Bozova yên girêdayî navçeya Pîranê 108 ton asfalt-pînekirin, 10 ton xebata heyelanê, 160 ton raxistina binesaziya jêrîn; li taxên Gundogdu, Mezelek, Baysu, Baver, Laçinler û Gurunlu yên girêdayî navçeya Gêlê 3 kîlometre rêkxistin, 510 ton raxistina bingeha jêrîn; li taxên Çukur û Bozuk ên girêdayî navçeya Hênê 240 ton raxistina bingeha jêrîn; li taxên Alibey û Sulubax ên girêdayî navçeya Farqînê jî 44 ton xebata asfalt-pînekirinê hat temamkirin.
Â