Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, pirsgirêka ava vexwarinê ya 34 malan a ku bi salan e berdewam dike, li navçeya Gêlê li 3 nuqteyên cuda bi 2 hezar û 600 metreyan xeteke nû ya şebekeyê danî.
Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ev nêzî 45 roj in ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya malên bê şebeke ên navçeya Gêlê bi awayekî xurt dixebite.
Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ji bo ku pirsgirêka welatiyên ku bi salan e li navçeya Gêlê pirsgirêka ava vexwarinê dijîn çareser bike, di nava 45 rojan de li 3 nuqteyên cuda 2 hezar û 600 metre xeta şebekeya nû ya avê lêda û bi vî awayî pirsgirêka ava vexwarinê ya 34 malan çareser kir. Di encama xebatên DÎSKÎyê de 150 welatiyên li herêma Kabak a Taxên Babalar, Îlgîn û Gundogûranê ku bi salan pirsgirêka ava şebekeyê dikişandin, ava vexwarinê bi dest xistin.
Ekîbên DÎSKÎyê ava vexwarinê da 40 welatiyan ji bo 10 malên Taxa Babalarê ku 7 sal in ji ava ceryanê sûdê wernagirin 600 metre xeta şebekeyê danîn. Bi danîna hezar metre xeta şebekeya nû ji bo 80 welatiyên li Taxa Îlgînê di 17 malan de dijîn, pirsgirêka avê ya ku 2 sal in dewam dike, hat çareserkirin. Ekîbên ku li Taxa Gundoguran Kabakê xebateke bi heman rengî dewam kirin, bi danîna xeta şebekeya nû ya hezar metreyî pirsgirêka ava vexwarinê ya 5 salan a 7 malan çareser kirin.
Li Gêlê xebat dewam dikin
Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎyê li Gêlê xebatên xwe yên ji bo xêzkirina bi tevahî 2 hezar û 500 metre xeta şebekeyê ya li cihê Yukarikoşkê ya Taxa Gundoguranê didomîne. Bi vê xebatê tê plankirin ku pirsgirêka ava vexwarinê ya 15 malên Yukarikoşkê yên ku 5 sal in pirsgirêka ava şebekeyê dijîn di nava 10 rojan de bê çareserkirin.
Â