Li taxa Kabiyê goristaneke nû tê avakirin

Şaredariya Mezin a Amedê, li taxa Kabiyê ya navçeya Sûrê, dê goristaneke nû ya 170 hezar metreçargoşe ava bike.

Şaredariya Mezin, ji bo ku xizmetên cenaze li bajêr bileztir û bi rêkûpêktir bimeşin, dixebite ku qadên goristanan sererast bike û goristanên nû ava bike. Di vê çarçoveyê de Serokatiya Karûbarên Fenî, dê li taxa Kabiyê ya navçeya Sûrê, li qadeke 170 hezar metreqare goristaneke nû ava bike. Di nav projeyê de 3 hezar û 584 metreqare qada girtî, 10 hezar û 120 metreqare qada parkingê û li qadên mayî jî goristanê û rêxistina derdorê hatiye plankirin.

Di nav qada goristanê de dê avahiyên wek destşok, cihê şûştina cenazeyan, qada nimêja cenazeyan, mizgeft, qada li benda defnê, depo û avahiya karmendên tê de cih bigirin.

Piştî ku pêvajoya îhaleyê di rojên pêş de biqede, dê xebatên projeyê dest pê bikin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28