Tîma Futbolê ya Jinan a DBB'ê: Hebûna me gelek tiştan dê biguherîne

Tîma Futbolê ya Jinan a ku di bin banê Şaredariya Mezin a Amedê de hatiye avakirin, di Lîga 3'yan de destpêkeke bi idîa dike û armanc dike ku qada futbolê ya mêrxweser biguherîne û serkeftina werzişvanên jin xurt bike.

Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Mezin a Amedê ku di bin banê Serokatiya Xizmetên Ciwanan û Sporê de hatiye avakirin, dest bi yariyên xwe yên Lîga 3'yan a Jinan a Tirkiyeyê kir. Tîmê di yariya xwe ya yekemîn de Silvanspor bi 4-0 şikand û destpêkeke bi idîa kir.

Tîma Futbolê ya Jinan, di qada futbolê ya mêrxweser de, bi nêrîna jinan a li qadê, armanc dike ku guherînekê çêbike û di rêya şampiyoniyê de bi îradeyeke mezin xebatên xwe didomîne. Futbolîstên jin, li gel serkeftina ku dê di sporê de derxin holê, ji bo ku cihê jinan di futbolê de xurt bikin û pêşengiyê bikin jî dixebitin.

Tîma Futbolê ya Jinan a ku beriya mehek û nîvê dest bi xebatên xwe kiriye, li qada futbolê ya Parka Jiyana Civakî û Wargeha Karakopruyê (Fîdanlik) antremanên xwe pêk tîne. Di tîmê de ku sportkarên di navbera 14-19 salî de hene, pirraniya sportkaran di heman demê de xwendekarên lîseya sporê ne.

Antrenor û futbolîstên tîmê nirxandinên xwe yên li ser xebat û armancên xwe parve kirin:

'Xebatên me yên ji bo bingehê jî didomin'

Antrenora Tîmê Hazal Kaydu diyar kir ku beriya mehek û nîvê dest bi antremanan kirine û got ku tîm ji ciwanên 14-19 salî pêk tê. Kaydu anî ziman ku li gel Lîga 3'yan xebatên wan ên ji bo bingehê jî hene û got: "Yariya me ya yekem bi Silvanspor re bû û em 4-0 bi ser ketin. Em ne tenê ji aliyê sporê ve, herwiha ji bo xurtkirina nêrîna jinan jî li ser serkeftinê disekinin. Tîm di rastiyê de sala borî hatibû avakirin, bi vegerandina şaredariyên xwe re, me bi du mamosteyan ev tîm ava kir. Sportkar sibehê diçin dibistanê, piştî nîvro jî dest bi antremanên xwe dikin."

'Li hemberî jinan di qada sporê de pêşdaraziyek heye'

Kaydu destnîşan kir ku sportkar bi qabilîyet in û di tîmên dibistanan de hatine keşifkirin û got: "Me bi alîkariya sportkarên ku nas dikin tîm anî ba hev. Me yek bi yek bi wan re hevdîtin kir û bi civînan berdewam kir." Kaydu anî ziman ku li hemberî jinan di qada sporê de pêşdaraziyek heye û bi taybetî di qada futbolê de nêrîneke zayendperest serdest e û got: "Em di rastiyê de li gel serkeftina sporê, dixwazin hêza jinan jî derxin holê û hewl didin ku di her qadê de xuya bibin."

'Hebûna jinan di futbolê de gelek tiştan dê biguherîne'

Kaydu bal kişand ser wê yekê ku hebûna jinan di qada futbolê de gelek tiştan dê biguherîne û wiha got: "Mêr jî vê yekê fêm dikin; me gelek caran nîşan da ku nêzîkatiya jinan a li sporê, zêhniyeta wan û wêneyê ku dikarin serkeftinên mezintir bi dest bixin. Her kes vê yekê dizane û dibîne. Spor ne tenê qadeke taybet a mêran e, ew jî dibînin ku jin di vê qadê de pêşve diçin û gelek serkeftinan bi dest dixin."

'Em bi îdîaya şampiyoniyê hatin'

Tuana Taniş (14) yek ji futbolîstên tîmê ye û got ku di temenê biçûk de bi saya mamosteyê xwe ya dibistana navîn dest bi futbolê kiriye. Taniş anî ziman ku bi pêşniyara mamosteyan hatiye Tîma Şaredariya Mezin û got: "Em li vir hewl didin ku futbola jinan derxin pêş. Em bi îdiaya şampiyoniyê hatin vir. Heta niha di futbolê de mêr li pêş bûn. Em hewl didin nîşan bidin ku jin jî dikarin bilîzin."

'Em dikarin futbolê xweştir bikin'

Taniş diyar kir ku antremanên wan pir xweş derbas dibin û destnîşan kir ku ew armanc dikin ku pêşdaraziya li hemberî jinan di qada sporê de ji holê rakin. Taniş got, "Bi ya min em dikarin futbolê xweştir bikin û tiştên xweştir bikin" û anî ziman ku dixwazin îdîayên xwe yên di vî warî de îspat bikin. Taniş got: "Em ê bibin şampiyon, em ji vê yekê bawer in, em dixebitin û hewl didin. Em bawer in ku em ê bi ser bikevin."

'3-4 caran ez nehatim hilbijartin lê min dev jê berneda'

Nida Durmuş (14) futbolîsteke din e û got ku 4 sal in futbolê dilîze û bi futsalê dest bi sporê kiriye. Durmuş anî ziman ku dema dest bi futbolê kiriye ji malbat û mamosteyên xwe piştgiriyeke mezin girtiye û got: "Min bi tîma dibistanê dest bi futbolê kir. Pêşî 3-4 caran ez nehatim hilbijartin lê min dev jê berneda û di dawiyê de ez hatim qebûlkirin. Keda mamosteyên me li ser me pir zêde ye."

'Em ê serkeftina xwe nîşanî yên ku dibêjin "hûn nikarin bikin" bidin'

Durmuş got ku ew çûye Stenbolê ji bo hilbijartinên tîma millî û di tura yekem de hatiye daxistin lê dev jê bernedaye û bawer e ku dê dîsa gazî wê bikin. Durmuş anî ziman ku ew ê serkeftina xwe nîşanî yên ku dibêjin "hûn nikarin bikin" bidin û li dijî bêedaletiyê bisekinin û got: "Em dixwazin di futbolê de bajar û welatê xwe temsîl bikin. Ez difikirim ku em ê Amedê bi awayekî xweş temsîl bikin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28