Xizmeta Taksiya Civakî ji bo nexweşên penceşêrê dest pê kir

Şaredariya Mezin a Amedê, di çarçoveya tedawiya nexweşên penceşêrê de, projeya Taksiya Civakî ya ku dê di navbera mal û nexweşxaneyan de xizmetê bide, pêk anî.

Serokatiya Xizmetên Kesên Astengdar û Temendaran, bi dirûşma "Jiyana Hevpar a Gihîştbar" projeya Taksiya Civakî ji bo nexweşên penceşêrê dest pê kir. Ev xizmet dê di bin banê Midûriyeta Şaxa Nexweşiyên Kêmdîtî û Kronîk de bê meşandin. Bi vê xizmetê, nexweşên penceşêrê yên ku zehmetiya veguhestinê dikişînin, dê ji malên xwe bên girtin û bibin nexweşxaneyên ku tedawî dibin. Nexweşên ku tedawiya xwe di nav rojê de temam dikin, dê bi Taksiya Civakî bên vegerandin malên xwe. Ji bo kêmkirina rîska enfeksiyonê di pêvajoya tedawiyê de û pêşvebirina gihîştina hêsantir a nexweşxaneyan, Taksiya Civakî dê xizmeta veguhestinê ya bêpere pêşkêş bike.

Serîlêdan dê bi rêya ALO 153 bên kirin

Nexweş û malbatên wan dê bi rêya ALO 153 serî lêdin û rojek berê randevû bigirin da ku ji xizmeta Taksiya Civakî sûd wergirin.

'Dê bi qasî telefonekê nêzîkî me bin'

Serokê Xizmetên Kesên Astengdar û Temendaran Îsmail Degirmenci, derbarê projeyê de agahî da û got ku di dema amadekarina plana stratejîk a 2025-2029'an de wan guh dane hemû dînamîkên sivîl ên bajêr. Degirmenci diyar kir ku ew nikarin bê deng bimînin li hember daxwaza wesayîtê ya Komeleya Têkoşîna li dijî Penceşêrê û wiha axivî: "Em îro kêfxweşî û serbilindiya destpêkirina Taksiya Civakî dijîn. Em di vê çarçoveyê de radigihînin ku em ê ji îro pê ve xizmeta 24/7 bidin. Nexweşên penceşêrê dê bi rêya 153'yê bi qasî telefonekê nêzîkî me bin. Em ê di nav rojê de têkilî deynin û koordinasyona di navbera nexweşxane û malê de pêk bînin."

'Li Amedê zêdetirî 20 hezar nexweşên penceşêrê hene'

Serokê Komeleya Têkoşîna li dijî Penceşêrê ya Jiyana Nû ya Amedê Şukru Abay diyar kir ku ew 10 sal in li bajêr xebatan dikin û niha li komeleyê 1500 nexweşên penceşêrê qeydkirî ne. Abay got ku ev hemû nexweş ji malbatên kêmdahat û xizan in û axaftina xwe wiha domand: "Li Amedê û navçe û gundên wê zêdetirî 20 hezar nexweşên penceşêrê hene. Di nav gelek xebatên me de pirsgirêka herî girîng ew e ku nexweşên penceşêrê yên xizan dema diçin nexweşxaneyan ji bo kemoterapiyê, bi wesayîtên veguhestina giştî diçin û tên û enfeksiyonan digirin."

'Îro ji bo nexweşên me yên penceşêrê rojeke dîrokî ye'

Abay diyar kir ku di 10 salên dawî de wan 324 nexweşên penceşêrê ji ber enfeksiyonên ku di wesayîtên veguhestina giştî de girtine winda kirine û serîlêdanên wan ên ji bo wesayîtan li saziyên fermî bê encam mane. Abay destnîşan kir ku wan daxwaza xwe gihandine Şaredariya Mezin û wiha got: "Em îro dibînin ku ev daxwaza me di 11'ê Sibata 2025'an de hatiye qebûlkirin. Bi vê minasebetê, ev taksiya ku li pişt min e, ji niha û pê ve dê nexweşên penceşêrê ji malên wan bigire û bibe Nexweşxaneya Onkolojiyê ji bo kemoterapiyê. Piştî ku tedawiya wan li Nexweşxaneya Onkolojiyê temam bibe, ev wesayît dê wan bigire û bibe malên wan. Bi vî awayî em ê pêşî li van mirînan jî bigirin. Îro ji bo nexweşên me yên penceşêrê rojeke dîrokî ye. Em bi navê 20 hezar nexweşên penceşêrê spasiya Şaredariya Mezin a Amedê dikin."

'Ez dixwazim ev îmkan berdewam bike'

Zelîxa Ozdag Gozen a ku nexweşa penceşêrê ye û bi Taksiya Civakî ji mala wê hat girtin û hat birin Nexweşxaneya Onkolojiyê, wiha axivî: "Ez li Sûra Amedê dijîm. Ez 7 sal in nexweşa penceşêrê me. Ji ber vê yekê ez her roj tedawî dibînim. Ji ber ku ez tedawî dibînim, dema ez otobûsan siwar dibim zehmet dibe. Inşallah ji niha û pê ve em ê hêsantir werin û tedawiya xwe bibînin. Ez dixwazim ev îmkan berdewam bike. Ez spasiya Şaredariya Mezin, Hêja Serra xanimê, hêja Dogan û hemû xebatkaran dikim."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28