Eleqeyeke mezin li fîlmê "Yek ji Rojên ku Hemme Mir"

Di çarçoveya Rojên Fîlman ên Sînebîrê de fîlmê "Yek ji Rojên ku Hemme Mir" rastî eleqeyeke mezin a temaşevanan hat.

"Rojên Fîlman ên Sînebîrê" ya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo zarok û mezinan bê pere hatiye pêkanîn û dê 3 mehan bidome, li Navenda Çand û Kongreyan ya Çand Amedê bi eleqeyeke mezin a temaşevanan berdewam dike.

Di çarçoveya bernameyê de fîlmê "Yek ji Rojên ku Hemme Mir" hat nîşandan ku derhênerî, senaryonivîsî, rola sereke û berhemdariya wê Murat Firatoglu kiriye. Li nîşandana ku ji aliyê Yekîneya Sînemayê ve hatiye organîzekirin, Seroka Daîreya Karên Çandî û Civakî Zeynep Yaş, derhêner Alî Kemal Çinar û gelek sînehezan beşdar bûn.

Di fîlmê ku Murat Firatoglu, Sefer Firatoglu, Salih Taşçi, Guneş Sayin, Alî Barkin, Firat Bozan, Yeşim Dogan, Çetin Firatoglu û Eyup Firatoglu rol lê girtine de, çîroka rojekê tê vegotin ku Eyup ê ku li Sêwregê berhevkariya bacanên sor dike, piştî şer û pevçûna bi amirê xwe re, ji hêrsan çavê wî reş dibe û li çareseriyeke radîkal digere. Fîlma 83 deqeyî ku di 31emîn Festîvala Fîlman a Zêrîn Gozê ya Edeneyê de layiqî xelata çêtirîn fîlmê hatiye dîtin; bi avahiya xwe ya dramatîk a xurt, karakterên xwe yên rast, sade û zelal, herikîna jiyana rojane bêyî belavkirina balê pêşkêşî temaşevanan dike.

Zehmetiyên ku jiyaye vegot

Piştî fîlmê derhêner Murat Firatoglu bi tîma xebatê re hat gazîkirin ser dikê, rexne û pêşniyarên temaşevanan guhdarî kir û bersiva pirsan da. Firatoglu got ku wan fîlm di demeke gelekî kurt de, bi îmkanên gelekî kêm û di germa sotikî de kişandiye de ku bigihînin festîvalan. Firatoglu herwiha zehmetiyên ku di dema kişandina fîlmê de jiyane jî vegotin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28