Di civîna Meclisa Şaredariya Mezin a Amedê de Hevşaredar Serra Bucak, li hember cezadana Hevserokê Şaredariya Mezin a Wanê Abdullah Zeydan di dosyaya ku tê darizandin de bertek nîşan da û got, "Ev ji bo Abdullah Zeydan û Neslihan Şedal û di şexsê wan de ji bo rêveberiya Wanê û gelê Wanê yê ku 14 şaredarî bi serkeftineke mezin bi dest xist komployek e, em vê şermezar dikin."
Meclisa Şaredariya Mezin, rûniştina duyemîn a civîna asayî ya meha sibatê pêk anî. Rûniştina ku di bin serokatiya Hevseroka Şaredariya Mezin Serra Bucak de li Salona Meclisê hat kirin, endamên meclisê beşdar bûn.
Hevşaredar Bucak: Me silava hemû hilbijartiyan ên ku bi me re piştgiriyê dikin anî
Hevşaredar Serra Bucak, beriya destpêkirina rûniştinê û xwendina navê endaman, têkiliyên ku di navbera 3-8'ê Sibatê de li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê pêk anîne ragihand. Hevşaredar Bucak, bi bîr xist ku bi destûr û erêkirina ku ji meclisê derbasî bi sê endamên meclisê û du serokên daîreyan re serdana Zurîhê pêk anîne û wiha got: "Pira Dostaniya Zurîh-Amedê ku di sala 2016'an de dest pê kir, ji bo hevdîtina her du bajaran û pêkanîna hin projeyan bi hev re pêşengiyek bû. Piştî qeyûmên yekem ên di sala 2016'an de mixabin nehate pêşxistin. Ji ber qeyûm bû xebateke wiha ji aliyê wan ve nehat tercîhkirin. Him ji ber ku rêveberên hilbijartî li ser kar nebûn û him jî li gor xwezaya kar hevkariyeke wiha mimkûn nebû. Em jî bi pêşengiya fraksiyonên di parlamentoya bajêr a Zurîhê de û di heman demê de bi pêşengiya Pira Dostaniyê li wir bûn, pêşî divê em silava dostên li wir, hemû hilbijartiyan ên ku bi me re piştgiriyê dikin bigehînin."
'Em dixwazin dîplomasiya di navbera bajaran de ava bikin'
Hevşaerdar Bucak destnîşan kir ku di dema ku li Zurîh man de civînên gelek berhemdar pêk anîne û axaftina xwe wiha domand: "Me serdana dezgehên jîngehê, bermayên hişk û dezgehên geriyandinê yên çavkaniyê kir. Dîsa me serdana dezgehên paqijkirina ava pîs û avê kir. Me serdana 'Yekîneya Wekheviyê' kir ku di wateya berfirehtir de li ba me wek Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan tê nirxandin. Dîsa me derbarê bingehê, tevgera bajarî û pergalên veguhestinê de gelek agahiyên ronîker wergirtin. Em ê li ser vê yekê bi serokatiyên daîreyên têkildar re raporekê amade bikin, em ê vê bi hevalên xwe re jî parve bikin. Me ew jî vexwendin vir, bi taybetî ji bo hevkariya li ser jîngeh û bermayên hişk. Ew li hember me gelek germ bûn, me derfet dît ku pergala me ya rêveberiya herêmî, nêrîna me ya ekolojîk û azadîxwaz a jinan û ezmûnên me yên heta niha bigehîninê. Me jî ji wan gelek tişt hîn bû. Armanca vê serdanê jî pêşxistina pêvajoya hînbûna hevdu û avakirina dîplomasiya di navbera bajaran de bû."
'Qeyûmkarîyê êdî dema xwe temam kiriye'
Hevşaredar Bucak got ku di parlamentoya Zurîhê de bi navê Şaredariya Mezin û gele Amedê axaftiye û bûye yekem kesa biyanî ku di parlamentoyê de axaftiye û destnîşan kir ku ev rewş di organên çapemeniyê de jî cih girtiye. Hevşaredarê ku diyar kir ev ji bo Zurîhê rewşeke gelek ne asayî ye, ev gotin parve kir: "Ev encama têkoşîna me ya demokratîk a heta îro, ezmûn û tiştên ku me derxistiye holê ye. Û bi îro dest pê nekir, helbet vê yekê rabirdûyeke xwe heye û têkilî û nirxên ku hevalên me yên di rabirdûyê de çêkirine hene."
Piştî ku Hevşaredar Bucak têkiliyên xwe yên Zurîhê ragihand, li hember cezadana 3 sal û 9 meh girtîgehê ya ku di dosyaya darizandinê de li Hevserokê Şaredariya Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hatiye dayîn, bertek nîşan da. Hevşaredar Bucak ku got, "Ev bûyer hemû me gelek nehet û xemgîn dike" wiha axivî: "Ji aliyekî ve gava avakirina aştî û demokratîkbûnê tê avêtin, ji bo tevahiya welat hêviyeke û tişteke li ser aştiyê çêdibe, ji aliyê din ve em dibînin ku wek mînaka ku me li Sêrtê dîtiye dosyayên heyî tên bilez kirin. Hêja Abdullah îro ji dosyaya ku lê ceza girtiye 2 sal zêdetir maye, bi rastî ev operasyoneke ne hiqûqî û nayê fêmkirin e, ev nîşanî me dide ku aqilekî siyasî li ser kar e. Ji vir ve em vê komploya li dijî Hevşaredar Abdullah Zeydan û Neslihan Şedal û di şexsê wan de li dijî rêveberiya Wanê û gelê Wanê yê ku 14 şaredarî bi serkeftineke mezin bi dest xistiye şermezar dikin. Di demokrasiyên ku aştî û azadî dikarin bên axaftin de êdî dema qeyûmkariyê temam bûye, divê berpirsiyar vê yekê baş bizanibin. Divê ji vê kirinê bigerin."
'Hevşaredarên me îradeya Wanê ne'
Hevşaredar Bucak ku diyar kir qeyûmkariyan tu feydeya wan ji bo gelan nîn e û ev rewş di dema 8 salan de tecribe kirin, wiha got: "Ev gavên ku niha jî ji bo têkbirina derfeta aştiyê, derfeta demokrasiyê û derfeta biratiya gelan hatine avêtin in. Helbet ku em şermezar dikin hevserokên me îradeya Wanê ne; ew ê bi gelê Wanê re li ber xwe bidin û destûrê nedin qeyûmkariyê."
Â