Hevşaredar Hatun: Gel xwedî li îradeya xwe derdikeve

Hevserokê Şaredariya Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî nobetê bû ku li ber avahiya şaredariyê li dijî cezakirina Hevserokê Şaredariya Mezin a Wanê Abdullah Zeydan dest pê kiribû. Hatun got: "Gel xwedî li îradeya xwe derdikeve, helwesta we li vir bersiveke pir xurt dide."

Piştî ku Hevserokê Şaredariya Mezin a Wanê Abdullah Zeydan bi 3 sal û 9 mehan ceza hat dayîn, li ber şaredariyê nobeta protestoyê dest pê kir. Li bajêr, ku germahiya hewayê daket heta 10 pileyan di bin sifirê de, nobeta protestoyê li ber şaredariyê heta sibehê berdewam kir.

Hevserokê Şaredariya Mezin a Amedê Dogan Hatun, Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Birsen Orhan ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin, û Hevserokê Yekîtiya Şaredariyên Başûrê Rojhilatê Anatolyayê (GABB) Siraç Çelik beşdarî nobetê bûn. Hevserok Hatun heta sibehê li gel xelkê li ber şaredariyê ma û bi welatiyên re govend girt.

HevÅŸaredar Hatun: Helwesta we bersiveke pir xurt dide

Hevşaredar Dogan Hatun di axaftina xwe ya li nobetê de got ku ew ji Amedê silavên hemû gelan tîne û wiha got: "Îradeya hemû Kurdan niha li vir e. Gel xwedî li îradeya xwe derdikeve, helwesta we li vir bersiveke pir xurt dide. Bila dengê we bigihîje wan; çawa ku vî gelî di 31'ê Adarê de bersiva wan da, çawa ku xwedî li axa xwe derket, çawa ku xwedî li zimanê xwe derket, çawa ku xwedî li çanda xwe derket, îro jî xwedî li îradeya xwe derdikeve. Bi sedan car destê we xweş be. Dema ku gelê Kurd ji bo îradeya xwe rabe ser piyan, tu hêz nikare li ber bisekine. Hûn baş dizanin we li ber xwe da, dîsa hûn li ber xwe didin. Bila dîsa bizanibin ku gelê Kurd dê li hemû bajarên xwe dîsa li ber xwe bide."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28