DÎSKÎ, ji bo çareserkirina arîzeya di xeta avê de bi cidî dixebite

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Mezin a Amedê, ji bo çareserkirina arîzeya ku di xeta ava vexwarinê de li devera Bulvara Rihayê ya Taxa Bagcilarê derketiye, bi cidî dixebite.

Li devera Bulvara Rihayê ya Taxa Bagcilarê di xeta ava vexwarinê de arîze derket. Ji ber vê arîzeyê, li taxên Yeşîldalli, Bagcilar û Gozeliyê yên navçeya Baglarê û li taxên Firat û Bariş ên navçeya Kayapinarê birîna avê çêbû.

Ekîp seferber bûn

Piştî arîzeyê, ekîbên Serokatiya Daîreya Ava Vexwarinê ya Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) seferber bûn. Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ, ji bo ku xebat bi lez bên temamkirin hemû piştgiriya teknîkî ya pêwîst peyda kir.

Åžerifoglu xebat kontrol kirin

Rêveberê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerifoglu, li cihê ku arîze derketiye xebatên ku ji aliyê ekîban ve tên meşandin, li cih kontrol kir. Şerifoglu ku ji ekîba teknîkî agahî wergirt, diyar kir ku dê piştî temambûna xebatan av ji nû ve bê dayîn bo 5 taxan.

 

Image Gallery