Li Zarokistan û Xweyhaneya Zarokan a 450 Malan ku bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve girêdayî xizmetê dide, çalakiya "Sêva Mêxekrêj" hat lidarxistin.
Mudiriyeta Şaxa Zarokan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, li Zarokistan û Xweyhaneya Zarokan a 450 Malan, ji bo zarokan çalakiya "Sêva Mêxekrêj" pêk anî.
Di çarçoveya çalakiyê de mamosteyan, piştî ku mase bi baldarî amade kirin, nîşanî zarokan dan ka sêv bi mêxekan tê xemilandin.
Di çalakiyê de li pêşiya xwendekaran sêvek û sêniyeke mêxekan hat danîn. Xwendekaran bi xemilandina sêvan bi mêxekan demên xweş derbas kirin.
Di çalakiya ku bi muzîkê re hat kirin de, zarokan bi hevalên xwe re bi kirina çalakiyeke cuda dilxweşî kirin.
Â