Hezar û 879 kîlometre rêya gundan hat vekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di encama barîna berfê ya ku 4 rojan li bajêr domand, li 10 navçeyan di 263 taxên gundan de rêya hezar û 879 kîlometreyî ya girtî vekir.

Serokatiya Birêvebiriya Çêkirina Rêyan û Kordînasyona Binesaziyê, ji bo ku welatî di şertên hewaya dijwar de tu tengasiyan nejîn, li navenda bajêr û rêyên taxên gundan, di 6 cihan de, bi 100 karmend, 62 tîm û gelek amûran dixebite. Tîm, 7 rojan 24 saetan li dijî xetera barîna berfê û qeşayê têdikoşin.

Li Amedê, ji ber barîna berfê ya ku di 12, 13 û 14'ê Sibatê de bandor kir, li navçeyên Pasûr, Farqîn, Lice, Pîran, Erxenî, Çungûş, Çêrmûg, Çinar, Baxlar û Hênê rêyên 263 taxên gundan hatin girtin. Di encama xebatên ku tîman berdewam kirin de, li Pasûrê di 40 taxan de 500, li Farqînê di 19 taxan de 66, li Çêrmûgê di 20 taxan de 80, li Çinarê di 24 taxan de 85, li Baxlarê di 18 taxan de 80, li Licê di 25 taxan de 350, li Pîranê di 26 taxan de 157, li Erxeniyê di 40 taxan de 200, li Hênê di 21 taxan de 111, li Çungûşê jî di 30 taxan de 250 kîlometre rê hatin vekirin.

 

Image Gallery