Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî daxuyaniya derbarê tayînkirina qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de, bûn.
Li ser Kolana Cumhuriyetê daxuyaniyeke çapemeniyê derbarê tayînkirina qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de hat dayîn. Di daxuyaniyê de, ligel Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Partiya DEM) Tulay Hatimogulları û Tuncer Bakirhan, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kiliçgun Uçar, parlamenter û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.
Di axaftinên ku di daxuyaniyê de hatin kirin de, hat diyarkirin ku divê rêz li îradeya gel bê girtin û hat gotin ku bêedaletî nayê qebûlkirin.
Â