Şaredariyê piştgiriya wesayitê li Şaredariya Pinarbașiyê kir

Şaredariya Mezin a Amedê, wesayîteke kolandiner-barkêș hîbe kir bo Şaredariya Bajarokê Pinarbași ya Semsûrê.

Şaredariya Mezin a Amedê, piștî biryara meclisê, wesayîteke kolandiner-barkêș bo Şaredariya Bajaroka Pinarbași ya girêdayî navçeya Çelîkhan a Semsûrê ku di erdheja 6'ê Sibatê de gelek wêrankarî jiyabû, şand da ku di xizmetên tamîrkirina bingeha wêrankirî ya wekî rê, kanalizasyon û ava vexwarinê de were bikaranîn.

Hevșaredar Bucak: Şaredariya Pinarbași di bin șertên zehmet de dixebite

Hevșaredara Şaredariya Mezin Serra Bucak di merasîma radestkirina wesayîtê de ya li avahiya Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan axivî. Hevșaredar Bucak anî zimên ku Şaredariya Pinarbași bi îmkanên xwe yên kêm di bin șertên zehmet de gelek xebatan dimeşîne. Bucak diyar kir ku Semsûr yek ji bajarên herî zêde ji erdhejê bandor bûne û wiha axivî: "Helbet kêmasî û astengiyên wê piștî erdhejê bêtir derketin holê. Ji ber vê yekê me ji meclisa xwe biryarek girt, me xwest tiștê ku ya me ye bidin bajarokekî ku hewcedarî pê heye. Berî bi demekê me otobûsek ji Şaredariya Dêrsimê re hibe kiribû. Piștî vê jî em ê wisa bixebitin."

'Em di nava hevgirtinê de ne bi şaredariyan re'

Hevșaredar Bucak destnîșan kir ku ew ê wek Şaredariya Mezin a Amedê ligel şaredariyên herêmê di nava hevgirtinê de bin û got: "Ez spasiya hevalên ku ked dane dikim, bila piștî vê hevgirtin û hevkariya me berdewam be."

'Me demeke giran a erdhejê jiya'

Hevșaredarê Şaredariya Pinarbași Huseyin Uzun jî anî zimên ku wan pêvajoyeke erdhejê ya giran jiyane û got: "Di vê wateyê de em spasiya hemû hevalên ku dengê alîkariya me bihîstin û dest dirêjî me kirin dikin."

Piștî axaftinan, Hevșaredar Bucak mifteya wesayîta kolandiner-barkêș radestî Uzun kir.

Hevșaredar serdana Dibistana Îqlîmê kir

Hevșaredar Bucak ku bi xebatkarên Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan re jî civiya, herwiha bi Uzun re di nav avahiyê de serdana Parka Dibistana Agroekolojî û Îqlîmê kir ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Guhertina Îqlîmê û Sifir Bermayiyê ve hat temamkirin.

Di merasîma radestkirina wesayîtê de Alîkarê Sekreterê Giștî Aziz Ozdoğan, serokên daîreyan û endamên meclisê jî bi Hevșaredar Bucak re bûn.

 

Image Gallery