Hevşaredar Bucak bi esnafên sûkê û welatîyan re hevdîtin pêk anî

Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak, li taxa Mevlana Halit a navçeya Bağlarê serdana Sûka Taxê kir û guhdarî li esnaf û welatîyan kir.

Civînên gel ên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel ve hatine organîzekirin, berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, Hevşaredara Şaredariya Mezin Serra Bucak, ligel Hevşaredarên Şaredariya Baxlarê Leyla Ayaz û Siraç Çelik, li Sûka Taxê ya li taxa Mevlana Halit a navçeya Baxlarê bi esnaf û welatîyan re hatin ba hev.

Hevşaredar Bucak a ku bala welatîyan kişand, guhdarî li esnafên Sûka Taxê û hemwelatîyên ku kirîn dikirin kir. Hevşaredar Bucak daxwaz û pêşniyarên welatîyan derbarê veguhastinê, paqijiya hawîrdorê, Sûka Taxê û binesaziyê de guhdarî kir û ji yekîneyên pêwendîdar xwest ku kontrol zêdetir bên kirin.

Di çarçoveya bernameya de, Serokê Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel Bêrîvan Guneş, Serokê Daîreya Zabita Veysi Ruzgar û endamên meclisê li gel Hevşaredar Bucak bûn.

 

Image Gallery