Şaredariya Mezin a Amedê, li Kayapinarê ji welatiyekî hewcedar re nivîna nexweşan a motorkirî û li navçeya Yenişehirê jî ji welatiyekî seqet re piştgiriya kursiya bi çerx a akuyî pêşkêş kir.
Piştgiriyên Serokatiya Karûbarên Xizmetên Seqet û Pîran ku bêpere pêşkêş dike ji bo bidestxistina mafên bingehîn ên tenduristî û lênihêrînê yên kesên ku ji ber rewşa tenduristî û seqetiyê hewceyî xizmeta lênihêrîna malê ne, didomin. Serokatiya Karûbarên Xizmetên Seqet û Pîran di vê çarçoveyê de ji hemwelatiyekî hewcedar ê li navçeya Kayapınarê rûdine re nivîna nexweşan a motorkirî û ji zarokekî seqet ê li navçeya Yenişehirê rûdine re piştgiriya kursiya bi çerx a akuyî pêşkêş kir. Nivîna nexweş û kursiya bi çerx a akuyî ya ku ji Qada Jiyana Hevpar a Sumerê hat wergirtin, ji aliyê ekîban ve hat birin mala hemwelatiyên hewcedar û montaja wan hat kirin.
Di 10 mehan de ji 357 hemwelatiyan re piştgiriya amûrên tibî hat pêşkêşkirin
Bi "Projeya Piştgiriya Amûrên Tibî" ya ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Seqetan a Serokatiya Karûbarên Xizmetên Seqet û Pîran ve tê meşandin, di 10 mehên dawî de ji 357 hemwelatiyan re piştgiriya amûrên tibî hat pêşkêşkirin. Di çarçoveya projeyê de li gorî daxwaz û pêdiviyên hemwelatiyên seqet û pîr ên ku bi rêya ALO 153'yê digihîjin Serokatiya Karûbarên Xizmetên Seqet û Pîran, li ser encama lêkolîna civakî ya ku ji aliyê ekîbên pispor ve tê kirin, piştgiriya amûrên tibî tê pêşkêşkirin.
Piştgirî ji pêvajoyên tedawî û rehabilîtasyonê yên nexweşan re tê kirin
Bi projeya piştgiriya amûrên tibî piştgirî ji pêvajoyên tedawî û rehabilîtasyonê yên nexweşan re tê kirin. Bi vî awayî, ji kesên seqet re derfeta wergirtina tedawiyeke berhemtir tê dayîn û gihîştina wan a amûrên ku pê hewce ne tê dabînkirin.
Piştgiriyên 10 mehan
Di 10 mehên dawî de li gorî daxwazan, 25 kursiyên bi çerx ên akuyî, 108 kursiyên bi çerx ên manuel, 14 kursiyên zarokan ên bi çerx ên manuel, 38 nivînên nexweşan, 160 dargirtên spî, 12 piştgiriyên gopalên bin çengê hatin pêşkêşkirin.
Â