Hevşaredar Bucak: Li navenda bajêr tu pirsgirêk tune, ekîbên me di rewşa amadebûnê de ne

Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak, amadekariyên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Koordinasyona Rê û Binesaziyê ve di çarçoveya têkoşîna li dijî berfê de hatine temamkirin, li cih kontrol kir. Hevşaredar Bucak diyar kir ku li navenda bajêr tu pirsgirêk tune û ekîb ji bo rewşên awarte di rewşa amadebûnê de ne.

Li navenda bajêr barana tevlî berf, li navçeyên bilind jî barîna berfê bandorê dike, Serokatiya Daîreya Koordinasyona Rê û Binesaziyê a Şaredariya Mezin û Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo ku di veguhestin û bingehînê de tu pirsgirêk dernekevin, hemû tedbîrên pêwîst girtin.

Serokatiya Daîreya Koordinasyona Rê û Binesaziyê, li navenda bajêr û rêyên taxên gundan, li 6 şantiyan, bi 100 karmend û 62 ekîban ve xebatên xwe didomîne.

Hevseroka Şaredariya Mezin Serra Bucak, piştî barana tevlî berfê di saetên sibehê de serdana Serokatiya Daîreya Koordinasyona Rê û Binesaziyê a li Taxa Baxcilara navçeya Baxlarê kir û amadekariyên temamkirî li cih kontrol kir. Hevşaredar Bucak bi ekîban re hevdîtin pêk anî û derbarê amadekariyên hatine kirin û xebatên têkoşîna li dijî berfê yên li navçeyên gundan de ji Serokê Daîreya Koordinasyona Rê û Binesaziyê Ozgur Tekîn agahî wergirt.

Hevşaredar Bucak: Ekîb ji bo rewşên awarte di rewşa amadebûnê de ne

Hevşaredar Bucak di dema kontrolê de axivî û bang li Amediyên kir, got ku piştî barîna berfê ya ku bi şev dest pê kiriye, bi Serokatiya Daîreya Koordinasyona Rê û Binesaziyê re hevdîtin pêk anîne. Hevşaredar Bucak got "Hevalên me ji hefteyan ve li navçeyên gundan di rewşa rêveberiya krîzê de ne û ji bo vekirina rêyên girtî têkoşîneke xurt didin" û diyar kir ku ji saetên sibehê ve li navenda bajêr barîna berf û baranê dest pê kiriye û cih bi cih li hin deveran barîna berfê zêde bûye. 

Hevşaredar Bucak got: "Hevalên me li qadê ne, hevalên me di heman demê de bi DÎSKÎ, walîtî, cendirme û AFADê re di nav hevahengiyeke hevpar de ne. Ekîb, ji bo rewşên awarte wesayîtên xwe di rewşa amadebûnê de dihêlin. Niha li qadê bi 100 karmend, 62 ekîban ve hemû xebatên xwe didomînin. Heta vê saetê li navenda bajêr tu pirsgirêk û zehmetiyên me tune ne. Bila hemû Amedî rehet bin. Hevalên me li navenda bajêr li hember her rewşa ku dikare derkeve, li qadê xebatên xwe yên mobîl didomînin."

'Di rewşên awarte de dikarin bigihîjin Xeta me ya ALO 153'ê'

Hevşaredar Bucak balê kişand ser wê yekê ku dê bi 10 wesayîtên rêzkirinê, 10 wesayîtên berfê, 16 greyderan û gelek wesayîtan ve ekîbên şaredariyê li qadê bin û wiha domand: "Niha 1200 ton xwê û tevliheviya xweyê amade ye. Li herêmên gundan dest bi bikaranîna van hat kirin, ji bo navenda bajêr jî ger qeşa çêbe dîsa hevalên me bi xwê û wesayîtên xwe dê li qadê bin. Ji kerema xwe bila welatî, Amedî heta ku ne pêwîst be ji malê dernekevin. Di rewşa pêdiviya lezgîn de rêyên nexweşxaneyan vekirî ne, rêyên cihên ku dikarin bigihîjinê vekirî ne. Ji vê yekê bila rehet bin, dîsa di rewşeke awarte de dikarin bigihîjin xeta me ya Alo 153'yê. Yekîneyên me yên şaredariyê bi peyamên ku werdigirin dê li qadê bin. Niha rêya me ya girtî tune ye, tenê li qada berhevkirina zibilê ya Qerecadaxê pirsgirêkek çêbûbû, hevalên me ew der vekir. Cih bi cih li Hanî, Gêlê rewşên girtina rêyên gundan hene, ji bo vê yekê hevalên me li cihê pêwîst dê xebatên xwe bidomînin."

'Daxuyaniyên ku ji Şaredarî û DÎSKÎ'yê tên bişopînin'

Hevserok Bucak îşaret bi wê yekê kir ku di dema barîna berfê ya zêde de vekirina rêyan ne mimkun e û got: "Hevalên me, piştî barîna berfê biqede, zêdetir di saetên êvarê de herî zêde jî li dijî qeşayê dê xebatên xwe bidomînin. Em pêşniyar dikin ku hemû Amedî baldar bin. Heke mimkun be bi wesayîtên xwe yên taybet li kuçe, derve û kolanan nebin. Em rica dikin ku veguhestina giştî bi kar bînin. Li arterên sereke, rêyên nexweşxaneyan tu pirsgirêk tune, bila her kes rehet be. Bila hemwelatiyên me daxuyaniyên ku ji Şaredariya Mezin a Amedê û DÎSKÎ'yê tên bişopînin."

Di dema kontrolê de Alîkarê Sekreterê Giştî Azîz Ozdogan bi Hevserok Bucak re bû.

 

Image Gallery