Rêyên gundan ên ku ji ber berfê hatibûn girtin tên vekirin

Ekîbên Şaredariya Mezin a Amedê, li gundên girêdayî navçeyên Çungûş, Pîran û Hênê yên ku ji ber barîna berfê rê lê hatine girtin, xebatên xwe yên ji bo vekirina rêyan didomînin. Ekîban, heta niha 165 kîlometre rê ji bo veguhestinê vekirin.

Serokatiya Daîreya Koordînasyona Rê û Binesaziyê, ji bo ku welatî di rewşên hewayê yên zor de pirsgirêkên veguhestinê nejîn, li navçe û rêyên taxên gundan, li 6 şantiyan, bi 100 karmend, 62 ekîb û gelek amûran ve xebatên xwe didomîne. Ekîb, 7 roj 24 saet li dijî barîna berfê û xetera qeşayê têdikoşin.

Ekîban, li rêya Aydinli-Turkmen a girêdayî Çungûşê 20 kîlometre rê vekirine, li rêya Malkaya-Çataldut Yayginkonak-Yazyagmuru Albayrak di qada 45 kîlometreyî de ji bo vekirina rê bi awayekî gur û geş dixebitin.

Li navçeya Pîranê di taxên Kelekçi, Boxaz, Gelincik, Baltaci, Uluçeşme, Kurşunlu, Kupetaş Kirkpinar, Yokuşlu Behrubaxaz, Gundoğdu, Yukarı Şenova, Yamaç, Kurudere, Oba Mezra, Aşagı Taşagil, Yukari Taşağıl, Yeşilsirt Biçer, Altay û Bahçeyê de ji 157 kîlometre rê 85 kîlometre hatiye vekirin, ji bo vekirina rêyên mayî xebat berdewam dikin.

Li Hênê 60 km rê ji berfê hate paqijkirin

Li navçeya Hênê di rêyên Yukari Turali, Kuyular, Topçular Akçayurt, Dilktaş, Sarievler, Guzelce, Taşburnu, Başakli, Uysal, Kalaba, Gurbulak, Kendal, Aşagi Turali Ovacik, Eşkin, Bozuk, Çukurê de ji 111 kîlometre rê 60 kîlometre hatiye vekirin, ji bo vekirina rêyên mayî xebat berdewam dikin.

Li navçeya Pasûrê jî ekîbên ku ji welatiyên 20 taxan agahî wergirtine ku rê girtî ne, ji ber ku barîna berfê berdewam dike tenê dikarin midaxaleyî cihên lezgîn bikin.

 

Image Gallery