"Lîstika Strip-Tease hat pêşandan"

Şanoya Bajarê Şaredariya Mezin a Amedê (DBŞT) di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê de lîstika bi navê "Strip-Tease" pêşkêş kir.

Serokatiya Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredariya Mezin bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê çalakiyên xwe didomîne. Di çarçoveya van çalakiyan de, li Navenda Çand û Kongreyan a ÇandAmedê, lîstika "Strip-Tease" ji aliyê lîstikvanên DBŞT'ê ve hat pêşkêşkirin.

Lîstik ji aliyê nivîskarê Polonî Slawomir Mrozek ve hatiye nivîsîn û ji bo Zazakî hatiye adaptekirin. Di lîstikê de Zeycan Ateş, Lokman Baran û Sena Ozbey rol girtin. Lîstika ku ji aliyê Sena Ozbey ve tê birêvebirin, behsa astengiyên mirovan di nav sîstema heyî de û nekarîna dîtina rêya derketinê dike. Ev lîstik, hem kenînê tîne hem jî dide fikirîn, behsa mirovên ku dibin kopiyên hev, di nav çerxên sîstemê de dixebitin lê di dawiyê de dibin qurbanên wê, û herwiha behsa heza desthilatdariyê jî dike.

 

Image Gallery