Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak, di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de li Sûka Taxa Bajarê Nû bi belavkirina etîketên bihayan ên bi Kurdî, girîngiya zimanê dayikê anî rojevê.
Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Mezin, bi Rêveberiya Çandê ya Şaredariya Bajarê Nû re, ji ber 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê, li Sûka Taxa Kooperatîfan a navçeya Bajarê Nû çalakiyek li dar xist.
Di çalakiyê de, ligel Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevserokê Şaredariya Bajarê Nû Mehmet Ergun, serokên daîreyan û endamên meclîsê beşdar bûn.
Hevserok Bucak û hevalên pê re, ji bo esnaf û welatiyan etîketên bihayan ên bi Kurdî û Zazakî, lewheyên deriyan yên ku "vekirî-girtî" li ser nivîsandî, kokartên berîkê yên ku hestiyariya zimanî tînin ziman û stîcker belav kirin.
Hevşaredar Bucak bi esnafan re sohbet kir û derbarê rewşa sûkê de ji esnafan agahî wergirt. Hevşaredar Bucak ku ji aliyê esnaf û welatiyan ve eleqeyeke mezin dît, bala kişand ser girîngiya zimanê dayikê.
Hevşaredar Bucak, piştî Sûka Taxê, li Kûçeya Qişla 1'ê jî ji bo esnafan lewheyên deriyan yên bi Kurdî û Zazakî yên "vekirî-girtî" û "Hûn bi xêr hatin" belav kirin.
Â