Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li 69 gundan rêyên ku ji ber barîna berfê hatibûn girtin ên 714 kîlometreyî, ji bo hatûçûnê vekirin.
Serokatiya Daîreya Çavdêriya Rêyan û Hevahengiya Binesaziyê, ji bo ku welatî di rewşên hewaya zehmet de pirsgirêkên hatûçûnê nejîn, li navenda bajêr û rêyên gundan di 6 şantiyeyan de, bi 100 karmend, 62 ekîp û gelek amûran xebatên xwe didomîne. Ekîp, 7 roj 24 saet li dijî barîna berfê û rîska qeşayê têdikoşin.
69 gund rê hatin vekirin
Li Amedê ji ber barîna berfê ya bandordar li navçeyên Farqîn, Pîran, Hênê, Pasûr û Licê 80 gundan rê ji bo hatûçûnê hatibûn girtin. Piştî xebatên zêde di 69 gundan de 714 kîlometre rê ji bo hatûçûnê hatin vekirin û ketin ber xizmeta welatiyan.
Di encama xebatên ku ekîban didomînin de li Farqînê di 3 gundan de 19, li Hênê di 18 gundan de 161, li Hênê di 24 gundan de 174, li Pasûrê di 14 gundan de 265, li Licê di 10 gundan de 160 kîlometre rê ji bo hatûçûnê hatin vekirin.
Li 11 gundan xebatên ekîban didome
Ji aliyê din ve li navçeya Pasûrê 6, li navçeya Licê 5 gund di nav de ji bo vekirina rêyên 11 gundên girtî xebatên ekîban didome.
Xebata xwê reşandinê
Ekîban li gel xebata vekirina rêyan li navçeya Hênê aliyê bakur ê rêya Gundê Nirêbê û li Gundê Boşatê yê Farqînê xebata xwê reşandinê pêk anî.
Â