Hevşaredar Hatun, li Enqereyê bi nûnerên GIZ û WFPê re hevdîtin pêk anî

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, li Enqereyê bi Rêveberê Welat ê Saziya Hevkariya Navneteweyî ya Almanyayê Anja Dahl û Nûnerê Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya Tirkiyeyê Stephen Cahill re hevdîtin pêk anî.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, li Enqereyê bi gelek kesan re hevdîtin pêk anî. Hevşaredar Hatun, hevdîtina yekemîn bi Nûner û Rêveberê Welat ê Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ya Tirkiyeyê Stephen Cahill re pêk anî. Di hevdîtinê de, li ser pêşxistina hevkariyê di mijarên têkoşîna li dijî xizaniyê, ewlekariya xwarinê û alîkariyên civakî, pêşxistina projeyên nû yên derbarê alîkariyên xwarinê û bernameyên xwarinê ji bo beşên dezavantaj de nêrîn hatin guhertin.

Bipêşxistina hevkariyê hat nirxandin

Hevşaredar Hatun, piştre bi Rêveberê Welat ê Saziya Hevkariya Navneteweyî ya Almanyayê (GIZ) Anja Dahl re hevdîtin pêk anî ku di mijarên pêşketina domdar, pêşxistina kapasîteya rêveberiyên herêmî û projeyên karkirinê de xebatên navneteweyî dimeşîne. Di hevdîtina ku pêk hat de, zêdekirina hevkariyên teknîkî û malî di warên projeyên bingehîn ên Amedê, pêşketina dostane ya jîngehê û karkirina ciwanan de nirxandin hatin kirin.

Di dema hevdîtinan de Serokê Daîreya Lêkolîn û Projeyan Murat Akbaş û Seroka Daîreya Xizmetên Malî Ozlem Tekîn bi Hevşaredar Hatun re amade bûn.

 

Image Gallery