Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Cîgirê Serokê Koma Partiya Seadetê Bulent Kaya û Serokê Şaxa Amedê Abdurrahman Ergin pêşwazî kir.
Cîgirê Serokê Koma Partiya Seadetê (SP) Bulent Kaya, Serokê Şaxa Amedê Abdurrahman Ergin û Endamê berê yê Lijneya Rêveberiya Giştî (GÎK) Fesih Bozan, serdana Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak kir.
Piştî pêşwaziyê, Hevşaredar Bucak ligel Kaya û şandeya pê re hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de, derbarê xebatên Partiya Seadetê û xizmetên Şaredariya Bajarê Mezin de nêrîn hatin guhertin.
Hevşaredar Bucak, kêfxweşiya xwe ya ji serdanê anî ziman û spasiya şanda SP'ê kir.
Di serdanê de Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk û endamên meclisê bi Hevşaredar Bucak re bûn.
Â