Hevşaredar Hatun: Kooperatîf dikarin pirsgirêkên cotkaran çareser bikin

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, di Hevdîtina Cotkaran de bi cotkarên biçûk re civiya û li pirsgirêk û pêşniyarên çareseriyê yên di warê çandiniyê de guhdarî kir. Hevşaredar Hatun diyar kir ku pirsgirêkên cotkaran bi rêya kooperatîfan dikarin bên çareserkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi hevkariya Komeleya Ekolojiyê, ji bo cotkarên malbatî yên biçûk ên ku di warê çandiniyê de xebatan dikin, Hevdîtina Cotkaran li dar xist. Di hevdîtina ku li Navenda Çand û Kongreyan a Amedê hate lidarxistin de, Hevserokê Şaredariya Mezin Dogan Hatun, Hevserokê Şaredariya Pasûrê Murat Îpek, Serokê Daîreya Avhewayê û Sifir Bermahiyan Evîn Dînar, nûnerên Komeleya Hewza Avê û komeleyên ekolojiyê yên bajêr beşdar bûn.

Hevşaredar Hatun: Civak ji xwezayê tê bidûrxistin

Hevşaredar Hatun di axaftina xwe de got ku li herêma Mezopotamyayê ji 12 hezar salan ve jiyan heye lê civak ji xwezayê tê bidûrxistin. Hevşaredar Hatun got: "Ev ax cihê ku genim cara yekem lê ketiye erdê û mirovahiyê lê genim nas kiriye" û destnîşan kir ku ji roja ku dinya heye ve ava Dîcleyê qet nesekiniye û li vê herêmê 12 hezar salan jiyanê berdewam kiriye. Hevşaredar Hatun weha axivî: "Ji ber ku li vê erdê bereket hebû. Mirovan li vir xwarin dît û debara xwe kir. Herçiqas 12 hezar sal in jiyan li vir nesekiniye jî, îro em ji axa xwe û ava xwe bi qasî pêwist sûd wernagirin."

'Berê ji sedî 40ê gelê me pêdiviyên xwe bi xwe pêk dianî'

Hevşaredar Hatun anî zimên ku berê mirovan erd diçand û pêdiviyên xwe pêk dianîn û got: "Şîr û mastê xwe bi xwe çêdikir, heywanê xwe bi xwe xwedî dikir. Wê demê ji sedî 40ê gelê me debara xwe bi xwe dikir; bi xwe berhem dianî û ne muhtacê tu kesî dibû. Wê demê sîstemê jî li ser wan û jiyana wan bandoreke mezin nedikir. Eger zivistan hişk û kêmbaranî derbas bûba hindik tengasî dikişandin, lê ev rewş jî bi çanda alîkarî û piştgiriyê dihat çareserkirin."

'Em dikarin bi kooperatîfan pirsgirêkên xwe çareser bikin'

Hevşaredar Hatun bal kişand ser wê yekê ku bikaranîna av û axê di destê hikûmeta navendî de ye û ji ber vê yekê gelê herêmê di vî warî de ne xwedî gotin e. Hatun wiha berdewam kir: "Hê jî tê bîra min, di gundê me yê 100 malî de çavkaniyeke avê ya pir baş hebû û gundiyan di nav xwe de pergaleke rêkûpêk ava kiribûn. Li gorî saetan av parve kiribûn. 30 sal in ez ji gund veqetiyame, hê jî ev pergal berdewam dike. Niha em dibêjin çima cotkarên me yên biçûk bi rêya kooperatîfan di nav xwe de rêxistin nabin? Ev pergala ku wan ava kiribû, weke pergaleke kooperatîfê bû. Çima em niha di nav xwe de pergalekê ava nakin û tov, gubre, motor û mazotê bi hev re nakirin? Kooperatîf dikarin vî karî bikin. Pêşî rêvebir paşê gel divê bi hev re li bersiva vê pirsê bigerin. Dema em vê pirsê ji xwe bikin, em dikarin li hemberî pirsgirêkên xwe yên biçûk bisekinin. Çawa ku me di pergala belavkirina avê de pergaleke adil û rêkûpêk ava kir, em dikarin bi vê rêbazê hemû pirsgirêkên welatê xwe çareser bikin."

'Em dikarin pergaleke rêkûpêk ava bikin'

Hevşaredar Hatun diyar kir ku li Tirkiyeyê ji sedî 39ê ava binerdê ya vexwarinê li Hewza Dîcleyê û ji sedî 22yê wê jî li Hewza Firatê ye û bal kişand ser wê yekê ku zevî û erdên çandiniyê yên herêmê dikarin xwarina bi milyonan mirovan dabîn bikin. Hevşaredar Hatun got: "Bi rastî xweza her tiştî dide me. Eger em aqilê xwe bi kar bînin, bi tiştên ku xweza dide me em dikarin hemû welatê xwe têr bikin. Ji ber vê yekê, divê em di vê nuqteyê de pergaleke rêkûpêk ava bikin."

Pirsgirêkên bingehîn ên di warê çandiniyê de hatin rojevê

Piştî axaftina Hevserokî, cotkarên ku axivîn, pirsgirêkên di warê çandiniyê de yên wek rewşa axê, nexweşiyên heywanan, bandora dermanên çandiniyê li ser avahiya axê, krîza avhewayê û pirsgirêka avê anîn zimên. Cotkaran bal kişand ser wê yekê ku cotkarî bi polîtîkayên desthilatdariyê tê kuştin û got ku warê çandiniyê bi arizîkirinê dixwazin bidin şîrketan û cotkariya malbatên biçûk dixwazin bi dawî bikin. Di hevdîtinê de, pêşniyarên çareseriyê yên ji bo bipêşxistina cotkariyê û şaredariya ekolojîk jî hatin rojevê.

Hevşaredar Hatun, li pirsgirêk û pêşniyarên çareseriyê yên cotkaran guhdarî kir û not girtin. Hevşaredar Hatun got ku bi nîqaşên hevpar ên ku werin meşandin, ev pirsgirêk dikarin bên çareserkirin.

Di Hevdîtina Cotkaran de Alîkara Sekretera Giştî Zerîn Turk û endamên meclisa şaredariyê ligel Hevserok Hatun beşdar bûn.

 

Image Gallery