Ekîbên Şaredariya Mezin a Amedê, bi xebatên xwe yên ji duh ve berdewam dikin, 463 kîlometre rê yên ku di 61 gundan de ji ber barîna berfê girtîbûn, ji bo hatûçûnê vekirin.
Serokatiya Daîreya Koordînasyona Çêkirina Rê û Binesaziyê, ji bo ku di rewşên hewaya zehmet de welatî di çûn û hatinê de zorî nekşînin, li 6 şantiyan li navenda bajêr û rêyên gundan bi 100 karmend, 62 ekîb û gelek amûran xebatên xwe didomîne. Ekîb, 7 roj 24 saetan li dijî xetera barîna berfê û qeşayê têdikoşin.
Di çarçoveya xebatên ku ji duh ve tên domandin de, ekîban li Erxeniyê di 9 taxan de 90 kîlometre, li Çêrmûgê di 3 taxan de 40 kîlometre, li Çungûşê di 15 taxan de 128 kîlometre, li Pasûrê di 30 taxan de 130 kîlometre û li Licê di 4 taxan de 75 kîlometre rê ji bo hatûçûnê vekirin.
Â