Şanoyê Bajarê Şaredariya Mezin a Amedê (DBŞT) dê di meha adarê de bi lîstikên "Çalakîya Malçêkirî", "Strip-Tease", "Keçelok" û "Don Kîxot" li ser dikê be.
Şanoyê Bajarê Şaredariya Mezin a Amedê (DBŞT) ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî de xebatan dimeşîne, dema ku gera xwe didomîne, dê di meha adarê de jî li Navenda Çand û Kongreyan a Amedê derdikevin pêşberî temaşevanan. Di tarîxên 7-14-15'ê Adarê de saet di 20:00'an de dê lîstika "Çalakîya Malçêkirî" bê lîstin.
Di lîstikê de ku ji aliyê lîstikvanên jin ên DBŞTê ve ji pirtûka "Ev Yapımı Eylem" a Şenay Tanrivermîş li kurdî hatiye adaptekirin û ji aliyê Elvan Koçer ve tê birêvebirin; Nurşen Adiguzel, Rêzan Kaya, Perînaz Delazy û Zeycan Ateş rol digirin.
Lîstik, çîroka sê jinên ku dema ku ew hîs nakin ku divê ew tiştekî bikin jî, qêrîna biçûk a ku di hundirê xwe de hîs dikin û serhildana ku nikarin biperçivînin, ji bo ku bixin çalakiyê, li malê dicivin û dikevin tevgerê, vedibêje.
Di 22'yê Adarê, saet di 20:00'an de, di lîstika "Strip-Tease" de ku bi Kurmancî derdikeve ser dikê û ji aliyê Sena Ozbey ve tê birêvebirin; Zeycan Ateş, Lokman Baran û Sena Ozbey rol digirin.
Keçelok li benda zarokan e
Lîstika zarokan a bi navê "Keçelok" ku serkeftina nazikî, paqijî û dilnermiyê vedibêje, dê di 23'yê Adarê de saet di 13:00'an de derkeve pêşberî temaşevanên zarok. Di lîstikê de ku çîroka wê ji aliyê Celîl Toksoz ve hatiye nivîsîn û birêvebirin, û wergerandina wê ya kurdî ji aliyê Kawa Nemir ve hatiye kirin; Rêzan Kaya, Elvan Koçer û Şîlan Alagoz rol digirin.
Lîstika "Don Kîxot" ku lîstika yekem a vebûna sezonê ye û ji romana Cervantes a "Don Kîxot" ji aliyê Ferhat Keskîn ve bi heman navî li kurdî hatiye adaptekirin, dê derkeve ser dikê. Di lîstika "Don Kîxot" de ku ji aliyê Ferhat Keskîn ve tê birêvebirin; Ozcan Ateş, Şahabettin Dag, Rêzan Kaya, Elvan Koçer, Sena Ozbey, Kevnar Înal û Şilan Alagoz jiyan didin karakterên sereke. Lîstikvanên DBŞTê ku di adaptasyona klasîkan de ji aliyê formê ve cûre û rêbazên cûda diceribînin, gava ku berhema "Don Kîxot" a Cervantes jî li kurdî adapte dikin, ne tenê bi wergerandina metnê, lê bi hemû aliyên wê ve li adaptasyona kurdî baldar in. Lîstik ku tê de roman bi girêdana bi mît, mîtolojî û dengbêjiya kurdî ve tê vegotin, dê di 28'ê Adarê de saet 20:00'an de li Navenda Çand û Kongreyan a Amedê li benda temaşevanên xwe be.
Â