Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Karker a Cîhanê ya Şaredariya Mezin a Amedê de, nîşandana fîlma "Navê Min Mutlu ye" ku jiyana Mutlu Kaya ya rastî tundiya mêran hatî vedibêje, bala zêde kişand.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, bi sedema 8'ê Adarê Roja Jinên Karker a Cîhanê, bi rêkxistina çalakiyan berdewam dike bi jinan re hevdîtinan çêbike. Di çarçoveya çalakiyan de li Navenda Çand û Kongreyan a Amedê, nîşandana fîlma bi navê "Navê Min Mutlu ye" hat kirin ku balê dikişîne ser jiyan û têkoşîna edaletê ya stranbêj Mutlu Kaya ku di encama tundiya mêran de bi giran birîndar bûbû. Jinên ku fîlm temaşe kirin, ku Mutlu Kaya û malbata wê jî tê de beşdar bûn, kêliyên tijî hest derbas kirin.
'Em ê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo jinan bernedin'
Piştî nîşandana fîlmê, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer, li ser navê Mutlu Kaya gul pêşkêşî xizma wê Songul Kaya kir. Songul Kaya got ku wek endamên malbatê her ku ew fîlmê temaşe dikin heman êşan dijîn lê ew bêhtir bihêz dibin, wiha axivî: "Di vê têkoşîna piştgiriya jinan de me sond xwar ku em ji jinan re bibin rê, hêvî, hembêz û bask. Ji vir ve ez dixwazim hûn çepikan ji Mutlu re lêxin ku rûyê min geş dike, ji hezaran jinan re dibe rê, û pêşî ji min re û paşê ji hemû jinan re wek xwişkekê hêz dide. Me jinan biryar da ku di jiyana xwe de ji bo hemû jinan bibin rê. Em ê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo hemû jinan bernedin."
'Bû hêviya jinên ku têdikoşin'
Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer jî hemû jin li ser navê Şaredariya Mezin a Amedê silav kirin û wiha axivî: "Di cihekî fîlmê de Mutlu digot; 'ez dixwazim bibim qehremana malbata xwe'. Mutlu, îro bû hêvî û qehremana milyonan jinên ku têkoşîna jinan dikin û piştgiriya jinan yek bi yek dihonin. Dema ku em ber bi 8'ê Adarê ve diçin ku roja têkoşîn û piştgiriyê ye, em hevdîtina di çalakiyên bi vî rengî de, hem ji bo dermankirina êşên me û hem jî ji bo bihêzkirina me, gelek hêja dibînin. Mutlu bû wesîle ji vê re, fîlm bû wesîle ji vê re."
Â