Bi bernameya perwerdehiyê xizmet ji bo 328 astengdaran tê dayîn

Şaredariya Mezin a Amedê, bi bernameyên perwerdehiyê yên li Navenda Jiyanê ya Çalak amade dike, xizmetê dide 328 kêmendam û astengdaran.

Serokahiya Daîreya Xizmetên Kêmendam û Kalemendan, ji bo zêdekirina serxwebûnê ya kesên kêmendam û astengdar di jiyana rojane de, piştgiriya beşdarbûna wan a di jiyana civakî de, û derfetdayînê ku bi bandor karibin qadên giştî bi kar bînin, programên cuda yên rehabilitasyonê û perwerdehiyan pêşkêş dike.

Ji perwerdeya li Navenda Jiyanê ya Çalak a ku di nav Park Ormanê de di bin berpirsiyariya Rêveberiya Beşa Kêmendaman de xebatên dimeşîne, kesên kêmendam ên ku ji zikmakî an jî paşê ji ber sedemekê, şiyanên xwe yên hişî, ruhî, hestî û civakî bi astên cuda wenda kirine û di lihevkirina jiyana civakî û dabînkirina pêdiviyên rojane de zehmetiyê dikişînin û hewceyî xizmetên rehabîlîtasyon, şêwirmendî û piştgiriyê ne, sûdê werdigirin.

Şiyanên nû ji bo kesên astengdar tên bidestxistin

Di perwerdeyan de ku bi armanca kêmkirina bandorên kêmendamiyê heta asta herî kêm tên dayîn, şiyanên herî bilind di warên fîzîkî, hişî, psîkolojîk, ruhî, civakî, pîşeyî û aborî de ji kesên kêmendam û astengdar re tên bidestxistin.

Perwerde di hefteyê de 5 rojan tên dayîn

Di perwerdeyan de her wiha, ji bo ku kesên kêmendam li malê, di jiyana civakî de xwebes bin û tevlî civakê bibin, programên rehabîlîtasyonê tên sepandin. Bi vê armancê, li navendê ku li gorî pêdiviyên û pêşketina kesên kêmendam hatiye organîzekirin, atolyeya muzîkê, salona sporê, atolyeya komputerê, polên pêşketina zarokên 3-6 salî, atolyeyên hobî û rengandinê û kursên mitbexê tên amadekirin. Perwerde û xebatên atolyeyê ji bo kesên bi Sendroma Down, Otîzm û berastengiyên hişî, 5 rojên hefteyê di navbera saetên 08.00 û 16.00ê de tên lidarxistin.

Bi perwerdehiyan xizmet ji bo 328 kesên astengdar tê dayîn

Bi perwerdehiyên ku ji hêla pisporên di warê xwe de ve tên dayîn, xizmet ji bo 328 kêmendam û astengdarî tê dayîn.

 

Image Gallery