Tîma Futbolê a Jinan a Şaredariya Mezin a Amedê, bi pankarta 8'ê Adarê derket maçê

Tîma Futbolê a Jinan a Şaredariya Mezin a Amedê, bi pankarta "8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz be" derket qadê û di pêşbirkê de Batman Guneykentspor 8-0 têk bir û pêşengiya xwe ya bêşikeste di komê de domand.

Tîma Futbolê a Jinan ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê de hatiye avakirin, serkeftinên xwe didomîne. Tîma Futbolê a Jinan a Şaredariya Mezin a Amedê ku di Koma 29'an a Lîga 3'an a Federasyona Futbolê a Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşe, li Tesîsên Sporê yên Şilbeyê bi Batmanê Guneykentspor re rû bi rû hat.

Bi pankarta 8'ê Adarê derket qadê

Tîma DBB'ê bi pankarta "8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz be" derket qadê, û Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, gul pêşkêşî her du tîman kir.

Tîma DBB'ê ku bi lezgînî dest bi pêşbirkê kir, di 90 deqeyan de performanseke serdest li hember reqîbê xwe nîşan da. Tîma DBB'ê di dawiya pêşbirkê de Batman Guneykentspor 8-0 têk bir.

Tîma DBB'ê ku pêşbirka xwe ya 5'an jî qezenc kir, di keleha xwe de tu gol nexwar.

Tîma Futbolê a Jinan a DBB'ê ku di koma xwe de pêşengiyê didomîne, dê di 15'ê Adarê de bi Silvansporê re pêşbirkekê bike.

Di Lîga Super Amatêr de pêşbirk hatin taloqkirin

Pêşbirka ku Tîma Futbolê a Mêran a DBB'ê ku di Koma A ya Lîga Super Amatêr a Amedê de têdikoşe, tê payîn ku bi DSÎ Sporê re bike, bi biryara ku Nûnertiya Bajarê TFF'ê ji bo hemû pêşbirkên super amatêr girtiye, hat taloqkirin.

 

Image Gallery