Pêşangeha portreyên jinan vebû

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li ber deriyê avahiya şaredariyê Pêşangeha Portreyên Jinan vekir.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ku bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê organîzekirina çalakiyên curbecur didomîne, di dîrokên cuda de pêşangeha Portreyên Jinan vekir ku tê de navên navdar ên di warê têkoşîn û çand û hunera jinan de cih digirin. Pêşangeha li ber deriyê avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin hat vekirin bala xebatkarên şaredariyê û welatiyan kişand.

Bi vê çalakiyê re tê xwestin ku jinên ku bi hewldan û têkoşîna xwe ya di warê wêje, siyaset û hunerê de îlhamê dimeşînin, tevî ku ji ber bandora dûrxistina zîhniyeta mêr di dema xwe de û piştî wê de hewl hat dayîn ku dîtin û navên wan bên rakirin jî, nîşan bide.

Pêşangeha ku gelek portreyên jinan ên weke Nesrîn Sutude, Meryem Mîrzahani, Sûsika Simo, Şîrîn Tekelî, Leyla Bedirxan û Rosa Luxemburg dihewîne heta 8'ê Adarê vekirî bimîne.

 

Image Gallery